ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên Berxwedana Rûmetê û yên êrişîa terorîst a 11‘ê Mijdarê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên Serêkaniyê li kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwêna yê Hesekê têkildarî dagirkirina herêma wan daxuyanî didin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Girkê Legê û kantona Hesekê ji bo şermezarkirina hevdîtina Trump û Erdogan diherikin qadan, saet 10:00‘an, şêniyên Dêrikê jî saet 11:00‘an dest bi meşê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-li taxa Şêxmeqsûdê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê bi wesîleya salvegera komîkujiya sînemaya Amûdê çalakiyekê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê lidar dixin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîda Berxwedana Rûmetê Sîlvana Întîqam merasîmekê li taxa Şêxmeqsûdê lidar dixe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê piştgiriya xwe bi xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re anîn ziman û gotin ew ê têkoşîna bidomînin heta xaka Sûriyê ji dagirker û çeteyan rizgar bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Pêkhateya Ermen di metersiyê de ne ku artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên yekser û amûrên xwe yên sûrî, komkujiya Sêfo dubare bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bêdengiya rêxistinên mirovahiyê, li hemberî pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji şêniyên Serêkaniyê re, ku neçarî koçberiyê bûne, êş û azarên koçberan zêdetir dike. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetirî 300 hezar sivîl kal pîr û astengdar jî dinav de, neçarî koçberiyê man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û rojnamevanê sûrî Behaa El-Ewam ji ajansa me re got: “Nakokiya di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewropeyê de çi di dosyaya DAIŞ`iyên rojavayî yan jî penaberan wê heya lidarketina lûtkeya di navbera Erdogan, lîderên Almanya, Fransa û Brîtanyayê de li Londunê di destpêka meha bê de bidome. Yan wê hemû  girêdayî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihev bikin yan jî wê xetek nû ji danûstandinên tirkan bi Washington û Moskovayê re çêbibe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bi navê xwe yê kevn ‘Artêşa Azad’ û bi navê nû ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ mûçeyên xwe bi pereyên Tirkan digirin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Bi zêdebûna êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê azarên welatiyan zêde dibin. Ji ber êrişan cotkarên zeviyên wan li nêzî sînor nikarin zeviyên xwe biçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA