ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ajansa Nûçeyan a Hawarê eşkerekirina şaneyên girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê li herêmê dewam dike, ku li pişt teqînan û bûyerên hedefgirtina êl û şêxên eşîran disekinin. Her wiha bi hin erkên din tên erkdarkirin ku yek ji wan teqîna motorsklêteke bombebarkirî li navçeya Şedadê di Adara îsal de bû. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên Helebê gotin: "Hedefkirina şêxên eşîrên Ereb ên li herêma Dêrazorê planeke hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk e. Armanc ew e ku di navbera gelên herêmê de fitneyê çêbikin. Em bang li  şêx û rûspiyan dikin ku li hemberî van planan, bi QSD'ê re bin.” ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Mihemed Emîn El-Nayîmî got: “Eger komîteya CPT erka xwe pêk bîne, dê tecrîd bidawî bibe û Rêber Ocalan dê serbest were berdan.” ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberê ji bajarê Girê Spî Fadil Osman diyar kir ku, berxwedan berdewam e û îrade xurte, elbet ew ê li xaka xwe vegerin. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê qebîleya Igêdat Xilêf El-Şair got: “Hinek alî di derbarê bûyerên li herêma Dêrazorê de li ser çapemeniyê tevlîheviyên çêdikin.” ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di van rojên dawî de li Dêrazorê erîşên ku rûspiyên eşîran dikin hedef pêk tên û di encamê de hin rûspî hatin kuştin. Di serî de partiya Baasê, hin aliyan bi şerê çapemeniyê xwestin ku van kuştinan rewşê aloztir bikin û vegerînin şerekî navbera gelan. Lê kesekî ku di nav van tevliheviyan de cih girtibû hate girtin û eşkere kir ku li paş van tevliheviyan partiya Baasê heye.

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo, ji ber bilindkirina nirxê "amperan" bi gazinc in. Lê belê hinekên din dibînin ku li gorî bihabûnê û bilindbûna nirxê dolar, ev nirx guncew e. Şaredariya Gel jî destnîşan kir ku dê "amûra hejmartina amperan" bi kar bîne û nirxê amperan li gorî nirxên berê hatine diyarkirin, bihesibîne. ( BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malperên tevna ciavkî aliyekî girîng di jiyana rojane ya mirov de ye û beşek mezin a civakê bi kar tîne. Hin bi awayekî erênî û hin neyinî bi kar tînin. Gelo divê çawa were bikaranîn û xeteriyên wê çi ne? ( BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA