ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo derbarê yekitiya Kurdî û aloziya li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyê li pêşiya navenad Kongreya Star dide. Bi heman armancê Meclisa Gel a bajarê Qamişlo jî daxuyaniyekî li pêşiya navenda xwe dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Evîn Paşo anî ziman ku çareserkirina krîz û nakokiyên li Rojhilata Navîn di pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan de pêkan e û got: "Nêrîna siyasî ya rêbertî ji  hemû pirsigêrkên Rojhilata Navîn re çareserî ye, ji ber vê yekê tecrîdek giran li dijî wî hatiye ferzkirin da ku ramanê wî tune bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên navçeya Til Rifat êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gorên şehîdan şermezar kirin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez mudexele bikin û binpêkirinên rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvanên hiqûqî diyar kirin ku leşkerkirina Tirkiyê zarokên Sûriyê  û şandina wan ber bi herêmên nakok re mîna Lîbya û Yemenê wek sûcek şer tê hesibandin û ji hêla qanûna navdewletî ve tê cezakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Zimanê kurdî di gelek qonaxên dîrokê re derbas bû. Tevî ku alfabeya kurdî ya latînî dereng hat amadekirin jî, di serdema nûjen de jî karî hebûna xwe bidomîne û wêjeyeke dewlemend diyarî cîhanê kir. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Riyad Derar got, medyaya Rûsya hewl didin gendeliya saziyên Sûriyê eşkere bike û got ku ev encameke civîna Kerry û Lavrov in. Her wiha Derar destnîşan kir ku yekitiya Kurd wê xizmeta doza Kurd û pirsgirêka Sûriyê bi giştî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Pisporê kar û barên Lîbya Ehmed Ibrahîm Amir got: " Rewşa leşkerî ya Lîbyayê bi pêşketina Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê re hate guhertin, lê ne li gorî ku Erdogan texmîn derket. Di operasyona Tiyor Ababîl de 12 efserên Tirk û bi sedan çeteyên wê hatin kuştin." (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Buharîn Sîno hewl dide behreya xwe ya wênesaziyê xurt bike ji bo ku doz û berxwedana gelê xwe vebêje. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên herêma Cizîrê amadekariyên parastina berhemên çinînê yên mewsimê îsal dikin da ku wekî sala par berhem neyên şewitandin. Cotkar bi rêya parastina erdên xwe û rêbazên din, berhemên xwe diparêzin. Cotkaran daxwaza zêdebûna erebeyên agirkujiyê û sehrîcnên avê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîna her carê dewleta Tirk a dagirker bi zanebûna ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut dike. Kêmbûna asta ava çemê Firatê gefê li zevî û debara bi milyonan welatiyan dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di meha Nîsan û Gulanê de ji qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa Koronayê sûdê digre û hewl dide gelek projeyan bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA