ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 . 10. 2019

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên li ser sînor dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Tevgera Civaka Demokratîk têkildarî banga serkertêrê YNK`ê ya civîneke kurdistanî ya berfireh ji bo yekrêziya kurdî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

- Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk daxwaza Sekreterê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya der barê lidarxistina kongreyekê ji bo yekîtiya helwesta Kurd de, erênî binav kir û got: “Baweriya me ew e ku yekîtiya Kurd, dê pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê misoger dike.”

- Cîhan di metersiyê de ye ku çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve zindî bibe. Çavdêr dibînin ku Tirkiyê hewl dide DAIŞ‘iyên li gel QSD‘ê girtî berde û wan li herêmê û cîhanê belav bike.

ANHA