ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 4 şehîdan di nav de du hêzên Ewlekariya Hundirîn û du ji Hêzên Sûriye Demokratîk li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin saet 17:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi sponseriya Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata êlên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina gefên Tirkiyê ya dawîn û geşedanên dawîn û rêbaza jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên herêmê de li seyrangeha Peredayis li bajarê Dêrikê li dar dixe saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên ku bi rêya wê guhertina demografiya Efrîna dagirkirî armanc dike didomîne. Lîsteya wan binpêkirinan dirêj dibe. Dagirkerî şêniyên Efrînê yên resen direvîne, dikuje û zeviyên zeytunê yên jêdara quta wan a bingehîn dişewtîne. Tevî wî jî parçeyên dîrokî yên herêmê didize û cihên dîrokî wêran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk diyar kir ku partî û hêzên ku însiyatîfa Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava red dikin girêdayî ajandeyên derve ne û bi rêya îdiayên xwe binketina însiyatîfê armanc dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgirê serokê Partiya Nûjen a Demokratîk Mehêr El-Temran tekez kir ku eger Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê tev li prosesa amadekirina destûra nebin, dê proses ji binî ve bi binkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Di çarçoveya hemleya Kongreya Star de ya bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bike`, civîn ji endamên rêveber ên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re li dar dikeve saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Çapxaneya Şehîd Herekol gaveke dîrokî li ser astên çandê û zanistî yên ber bi pêşketina zanist û wêjeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve avêt. Her wiha çapxaneyê zêdetirî 3 milyon pirtûkên cur bi cur ji çîrok, helbest û mînhaca xwendinê, çap kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Kevneşopiyên civakî, di nava serdeman de jî tên jiyîn û bi gel re dibin yek û wateyek sosyolojîk di nava xwe de dihewîne. Qehwe, di nava jiyana rojane de ji bo hin kesan wekî vexwarinek rojane tê dîtin, lê ji bo hin civakan wateya wê jiyandina kevneşopiya çandî ya dîrokî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo li rawestgehên basên veguhastina hundirîn(basên gel) disekinin. Dema ku bas tê, şênî ber bi basê ve diçin da ku siwar bibin. Hêmanên baş ên basan lezbûn û kirêyên semolîk in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaregariya Gel a Herêma Efrînê xebata avakirina torên kanalîzasyonê li kampên Şehbayê, pêk tîne. Ji wê zêdetir jî cihê avêtina çopê amade dike. Her wiha sererastkirina rêya Til Qirah a ku digihîne navçeya Ahrezê bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din