​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-22-2022ʹYAN

-Li dijî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê daxuyanyiekê li ber avahiya meclisê dide, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Amûdê di salvegera 62ʹyan de, qurbaniyên komkujiya sînemeya Amûdê li parka şehîdên şewata li Amûdê bi bîr tînin, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi pêşengiya Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên kantona Kobanê meşekê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li pira Qereqozaqê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD, Kongra Star û Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava ji bo meşa sibe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, banga tevlêbûnê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Fewziye Hec Ehmed yek ji şahidên komkujiya sînemeya Amûdê ye, diyar kir ku bi destê hêzên hikumdar nifşekî zarokên Amûdê ji dest çû. Her wiha destnîşan kir ku siyasetên bi wî rengî heta niha ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Kurdan berdewam dikin.

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kirin ku ew amade ne bersiva êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê bidin û herêmên dagirkirî rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasan destnîşan kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk a dagirker da ku sûcên xwe dewam bikin. Her wiha bang li hiqûqnasên li cîhanê kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku pêvajoya rizgarkirina Şengalê şopandiye destnîşan kir ku di nava 7 salan de li Şengalê îradeyek hatiye avakirin, lê PDK û Tirkiye bi êrişên xwe dixwazin vê îradeyê bişikînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-8ʹemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava li bajarê Qamişlo dewam dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA