ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-12-2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya "Şehîd Ehmed Reşîd" li Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi dawî dike, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) şehîd Sarya Ozgur bi bîr tîne. Bîranîn li qada Jin Azad a bajarê Kobanê tê lidarxistin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Li Kobanê ji bo 5 şehîdan merasîmê sersaxiyê tê lidarxistin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Bi birayê xwe û qehremaniya QSD`ê bandor. Ji ber vê yekê terka malbat û zarokên xwe kir, tevlî banga seferberiyê bû û gihaşt asta şehadetê. Di vê derbarê de hevsera wî Muna El-Hesen wiha got: “Ez ê li zarokên xwe xwedî derkevim.” Bavê şehîd got: “Kurê min qehreman, li dijî êrîşên dewleta Tirk parast. Ez bi kurê serbilind im.” (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Malbatek koçberên ji Serêkaniyê diyar kirin, dema artêşa Tirk Serêkaniyê topbaran kirin, ew an bi dehan sivîl li kolanan qetilkirî dîtin. Her wiha diyar kirin ku kesên vedigerin malên xwe ji aliyê çeteyan ve tên qetilkirin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Azarên koçberên kampa Waşokanî bi hatina zivistanê re zêde dibin. Di vê demê de ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên navnetewî alîkariyê nakin. Lê hêviya koçberan ew e ku li warê xwe vegerin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Yek ji pêkhateyên Aşûrî destnîşan kir ku osmaî û dewleta Tirk jiyana wan tev kirine koçberî. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk û DAIŞ`ê yek in û tekez kir ku ew tu carî warê xwe bernadin û zehmetiyên ku dapîrên wan kişandin ew jî dikşînin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

DOSYA

- Di dîrokê de civakên ku karîne hêza xwe ya xweparastinê zindî bihêlin, karîne xwe li ser pêyan jî bigirin. Civakan zimanê xwe, çanda xwe, aboriya xwe, bi kurtasî ji bo ku hebûna xwe bidomînin, bi parastina xwe karîne hebûna xwe berdewam bikin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Komxebata siyasî ya ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê hatiye lidarxistin di roja duyemîn de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Rûspiyên eşîrên li herêma Dêrikê bang li eşîran kirin ku bi xeteriya derdorê baldar bin û got: “Nexasim rejîma Sûriyê  hewla derxistina tevlihevî û têkbirina hevgirtina gelan dikin. Ji ber li dijî DAIŞ`ê bi ser ketine û herêmê parastine." (BI WÊNE Û DÎMENE).

- Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê yê şaxê herêma Firatê Kedîm Îbrahîm got: “Di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyê de, gelek dewlet li ser xaka Sûriyê hesabên navxweyî  dikin. Yên ku berdêla van hesaban didin gelên Sûriyê ne.” (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bang li partiyên siyasî kirin ku vegerin masaya diyalogê û nakokiyên xwe yên siyasî yên ku xizmeta ajandeyên derve dikin çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Endamên rêveber ên saziyên sivîl ên bajarê Helebê banga yekîtiya Kurdan kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirke hemû gelê Kurd dike hedef.” (BI WÊNE Û DÎMENE).

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha wêneyan a bi navê "Vîna me ji tundiya we bihêztir e" ku ji aliyê Buroya Birêxistinkirina Jinan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ve  li taxa Şêxmeqsûdê hatiye vekirin di roja duyemîn de bi dawî dibe, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

JIN

-Çalakiya kon a Rêveberiya Jinan a Reqayê organîze kiriye didome. Endamên Meclisa Malbatên Şehîan, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Meclisa Sivîl a Reqayê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Şaredariya Reqa û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê tev li çalakiyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMENE).

-Yekîtiya Jinên Ciwan û Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê paneleke der barê "Zewaca di temenê biçûk de û sûcên şerefê" de li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Amûdê meşekê ji bo piştgiriya YPJ û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  a dagirker li dar dixe, meş ji çarxerêya Jina Azad destpê dike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMENE).

ANHA