​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê civîna xwe ya nîvê sale li bajarê Kobanê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN.

-Malbatên Şehîdan ên kantona Kobanê gotin: “Rejîmên weke Tirkiyê herêm veguherandine qadek istixbatatî. Divê gel hişyar be, ev şerekî taybet ê ji bo hedefgirtina Kurdan e.” (BI WÊNE Û DÎMEN

POLÎTÎKA

- Berpirsê têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder got, êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi armanca qirkirina gelê Kurd û vejandina dewleta Osmanî, pêk tê. Her wiha  destnîşan kir ku yekkirina refa Kurdî dê gaveke dîrokî be. (BI WÊNE Û DÎMEN.

- Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê Ebdulrehman El-Îsa li ser venekirina deriyê Til Koçer (Yerûbiyê) got: “Hîna dewletên mezin deriyan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin. Em bang li Rêveberiya Xweser dikin ku bi awayekî aktîv bi civaka navnetewî re bikevin têkiliyê da ku makanîzmeyên rastîn ku herêmê ji Qanûna Qeyser biparêze, deynin.” (BI WÊNE Û DÎMEN.

JIN

- Vekirina sûka sebzeyan a taybet bi jinan li navçeya Amûdê, di aliyê xebatên aborî yên jinan de gaveke nû bû û derfetên kar ji bi dehan jinan re peyda kir. Ji roja yekê ya vekirina sûkê ve ji ber buhayên erzan, tevgera şêniyan zêde bû. (BI WÊNE Û DÎMEN.

ROJHILATA NAVÎN

- Di hefteya derbasbûyî de Tirkiyê bi rêbaza qutkirina avê şerê gelê Sûriyê kir. Asta şerê şikandina hestî di navbera El-Kazimî û Heşid El-Şabî de zêde bû. Her wiha Misirê li hemberî şerekî muhteml bi Tirkiyê re li Lîbyayê, artêşa xwe amade kir. (BI WÊNE.

-7'emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di roja 3'yemîn de li navenda HRRK ya bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN.

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber daketina berdewam a rêjeya ava çemê Firatê, xebatên piraniya komeleyên cotkaran ên gundewarên rojava û rojhilatê Dêrazorê hatin rawestandin. Ji bo parastina berhemên çandiniyê yên Havînê jî, hin tedbîrên altirnatîf hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN.

- Koşkarî karekî kevnar e ku heta niha didome. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber krîza aborî nikarin pêlavên nû ji xwe re bikirin, ji ber wê jî çareye di temîrkirina pêlavên xwe yên kevin de dibînin. Karê koşkaran jî eleqederiyê dibîne û ew jî bi bihayên kêm pêlavên şêniyan temîr dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN.

- Pirsgirêka xerçkirina zêde ya avê ji sedemên sereke ne ku av li ser hindek taxên derdora bajarê Kobanê qut dibe û bi awayekî lewaz dighêje hindek taxên din. Komîteya Zabîte ya Gerînendetiya Avê ya bajarê Kobanê diyar kir ku ji bo bidawîkirina vê pirsgirêka erka pêşîn û ya dawîn dikeve ser milê şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN