ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya Cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan dikin û li mizgeftan nimêja cejnê dikin. Li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê malbatên şehîdan daxuyaniyekê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ji pêkhateyên Turkman û Ermen ên kantona Girê Spî gotin: “Em dest ji axa xwe bernadin. Em destwerdana Tirkiyê ya di Sûriyê de red dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevserokê Yekîtiya Parêzan ê Reqayê Xalid Hesen destnîşan kir ku derbarê sûc û gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, ew ê raporekê radestî  Dadgeha Cezayê ya Navnetewî (ICC) bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Efadle Cuma El-Ewês ê ji bajarokê Sirîn a kantona Kobanê got: “Pêwîstiya êlên Ereb ên Sûriyê bi wan kesayetên ku wijdana xwe di otêlên Tirkiyê de firotine tune ye. Herêma “ewle” ya din bin sponseriya Tirkiyê de, dê welat veguherîne herêmek wêranbûyî.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmûs Ehmed hişyarî da û got: “Her êrîşek ku ji aliyê Tirkiyê ve bê kirin, dê kontrolkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ku di kampan de ne gengaz be. Ew ê jî bi xwe re jiyana bi hezaran koçber û penaberan bike xeteriyê de.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Oldarên misliman bal kişandin ser tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û gotin: “Tecrîd li dijî rêgezên Îslamê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyê bi navê Osman Mehmud ê ji gundê Sûsikê yê giradayî Girê Spî, got: “Dewleta Tirk her roj êrîşî gundên li ser sînoran dike û dixwaze gel bide koçberkirin. Encam çi bibe bila bibe em rê nadin dagirkeriyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hinek xalên di reşnivîsa belgeya siyasî ya Însyatîfa Kongreya Netewî ya Kurdistanê de, wiha ne; "Şerê navxweyî Kurdî- Kurdî sûcekî netewî ye, ji bo serxistina hewldanên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê divê xebat werin meşandin. Rizgarkirina Efrînê erkê serke yê têkoşîna gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de Rejîma Sûriyê careke din dest bi êrîşên xwe yên leşkerî li herêmên bêçek kirin û rola Tirkiyê di wan herêman de kir hedef. Tirkiyê piştî ku Washington êrîşên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin derbeyek mezin xwar. Ji ber wê Tirkiyê neçar ma bi Washingtonê re girêdayî girtekên ewlehiyê li herêmê li hev bike. Ji aliyekî din ve nakokiyên li ser Kendavê di navbera Îran û rojava de mezin bûn û Rûsya amadekariya pêvajoya hilweşîna Erdogan dike. (BI WÊNE).

JIN

- Şêniyên gundên Kobanê bi şev nobetdariya gundên xwe dikin da ku rê li pêşiya dubarekirina komkujiyên wek ên Şengal û Kobanê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hindek maye projeya toreya kanalîzasyonê û restorekirina rêyan bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA