​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-11-2022`YAN

Şêniyên Qamişlo, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêcîrvan Hibo li goristana şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo oxir dikin saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxî didin malbata şehîd Xalid Temî (Sîpan Karakocan) li gundê Dugirê saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ereb, Çerkez û Tirkmenan da zanîn ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê modela Rêveberiya Xweser çareya herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasan da zanîn ku saziyên navneteweyî û di serî de Neteweyên Yekbûyî berpirsên sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li nexweşxaneyên Helebê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de kadroyên tenduristiyê û hemşîre kêm in. Her wiha xizmetên tenduristiyê hema hema tune ne û pir xirab in.

Jinên Minbicê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê bi nav kir. Jinan diyar kir ku tevî zextên li dijî gelên azadîxwaz, ew ê li ser fikirê rêber Abdullah Ocalan bimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

RAPOR

Hewldanên dewleta Tirk ên normalîzekirina têkiliyan bi Misirê re rastî gelek zehmetî û astengiyan tên. Heta niha tu guhertinên rasteqîn di siyasetên Qahîreyê de çênebûn ku destwerdana Tirkiyê ya li Lîbyayê wek gefekê li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne. Gelo hewldanên Enqereyê gihaştine rêyeke xitimî?

CIVAK Û JIYAN

Saziya Belavkirina tovan li Reqayê beriya çend rojan dest bi belavkirina genim û semal li komeleyên çandiniyê kir. Saziyê 13 hezar ton ji genim û 50 kîlo semad ji her donimekê re da komeleyan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA