ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-08-2020’AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakî û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Kongreya Star a herêma Efrînê der barê tecrîda li dijî Abdullah Ocalan ku hatiye ferzkirin, li kampa Berxwedana a kantona Şehbayê saet di 10:00’an daxuyaniyekê dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariyên gel li Şehba û kampên wê ji bo pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê hemleya dezenfektekirinê dan destpêkirin. saet ji 08:00’an dest pê dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyekî qebîleya El-Enze ya bakur rojhilatê Sûriyê got: "Yên xwe li erdên Tirkiyê wekî şêx û êlên eşîrên Erebî bi nav dikin, gelê Sûriyê yê hundir temsîl nakin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Siyasetmedar û rewşebînan diyar kirin ku berpirsê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Komîteya Têkoşîna li dijî Tundî û Îşkenceyê (CPT) ye. Heman demê de bang li CPT yê kir ku li ser bidawîkirina tecrîdê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelek aliyan, bi taybet rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker êrişeke çapemeniyê li dijî QSD’ê dane destpêkirin. Hedefa wan êrişan jî şerderxistin û fîneya di nava eşîrên Ereb de ye. Her wiha têkildarî wê berdevkê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê şêx Mihemed Arif hişyarî da eşîran..(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTKA

- Rojnamevan Erdogan Altan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi soza xapînok a ku qaşo wê bihêlin hêzên Başûrê Kurdistanê dewletê ragihînin wan, dikişine gel xwe û li wan li hember PKK’ê bi kar tîne û hewl dide şerê birakujî di navbera kurdan de derbixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çalakvanê siyasî yê Yemenê Fahêm El-Cibûbî got: "Tirkiye ji ber piştgiriya komên radîkal, bûye astengiya sereke li pêş pêkanîna aşîtiyê li Yemenê. Tirkiye dixwaze bandorê li rewşa Yemenê bike û a çavkaniyên petrolê û tengava Bab El-Mendib, kontrol bike."(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Lubnan niha di mercên aborî û siyasî yên zehmet re derbas dibe, nexasim piştî teqîna bihêz a li perava Beyrûtê. Nivîskarê siyasî yê Lubnanê Qasim Qisêr hişyarî da ku hemû îhtimal pêkan in û got: "Metirsî hene ku di qonaxa bê de pêşketinên ewlehî û leşkerî çêbin."

JIN

- Çalakvana hiqûqnas Roşîn Mistefa got: “Sûcên li dijî jinên di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê de pêk tên, derqanûnî ne. Dewleta Tirk berpirsê wan sûcan e. Em bang li rêxistinên civaka naveteweyî û saziyên jinan dikin ku destwerdana rewşê bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, şêniyên Serêkaniyê du kabûs jiyan kirin. Tevî astengî û şertên zehmet ku tê re derbas dibin jî, lê hîna li ber xwe didin. Gelê Serêkaniyê îro di bin xeteriya kabûsekî din de ne. Gelo dê ev kabûs veguhere karesatê?(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Tevî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber Koronvîrusê qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin û her roja ku diçe hêjmara nexweşên Koronavîrûsê zêde dibin, lê dîsa jî şêniyên navçeya Dêrikê bi baldarî nêzî vê nexweşiyê nabin û tedbînên Rêveberiya Xweser ragihandine bi cih naynin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kes bi nexweşiya Koronavîrûsê ketin,  Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Tebqayê xebatên dezenfektekirina giştî zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA