ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya kantona Efrîn û Şehbayê kongreya xwe ya yekemîn li kampa Serdemê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêveberê Navenda Raman û Lêkolînê Stratejîk a Misirê Xalid Ekaşa got: "Tetbîqatên Mirisê nîşan dide ku Misir amade ye sînorê xwe biparêze, nahêle xetên sor ên ku li Lîbyayê diyar kirine werin derbaskirin." (BI WÊNE).

JIN

- Meclisa Jinan a Sûriyê paneleke wêjeyî bi navê "Wêje û Jin" li buroya Amara ya taxa Bişêriyê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 16:'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakvan û endamên rêveber ên jin li Heleb, Reqa û Dêrazorê got: “Dewleta Tirk bi rêya redkirina daxwaznameyên hevdîtinan bi Rêber Abdullah Ocalan re û girankirina tecrîdê, mafên mirovan binpê dike û şerê fikrê azad dike. Ew bi saya fikrê Abdullah Ocalan gihaştine vê astê. Ew jî dewleta Tirk ditirsîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana 7'an a Çand û Hunerê di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê HRRK'ê Ehmed El- Huseynî bal kişand ser girîngiya Mîhrîcana Çand û Hunerê û got: "Armanca Mîhrîcanên Çand û Hunerê afirandina bingeheke xurt ji çand û hunera li Rojava, pêşxistina wêje û hunera kurdî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk pêşangeheke wênesazî û kardestiyan a şêwekar û hunemendên ji Reqa û Amûdê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan vedike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Kantona Şehbayê li aliyê bakur rojavayê bajarê Helebê ye û tenê bi çend kîlometreyan ji herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de dûr e. Hikumeta Sûriyê dorpêçê li şêniyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin ferz dike û nahêle sahrîcên mazotê û madeyên din derbasî kantonê bibe û nahêle şênî jî biçin bajarê Heleb. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA