ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 . 10. 2019

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên li ser sînorê dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Êzidiyên li gundê li ser sînorê navçeya Tirbespiyê di metirsiyê de ne ku komkujiyên artêşa Tirk li ser wan dûbare bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmarek şêniyên herêma Efrînê bang li civaka navdewletî kirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin û hişyariya dûbarebûna komkujiyên li Efrînê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan ên Minbicê diyar kirin ku ji bo rizgarkirina herêmê wan zarokê xwe dane. Dayikan destnîşan kirin ku ew amade ne herêmên xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi tewana berxwedana li dijî êrîşan welatiyek ji gundê Şêxorzê ji mala wî revandin, di nava hefteyekê de li ser wî her cûre îşkence kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêkhateyên kantona Girê Spî bang li rêxistinên mirovî û civaka navdewletî kirin ku erka xwe ya li hemberî şerê qirkirinê ku dagirkeriya Tirk li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dimeşîne, bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA