ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-12-2019'AN

-Geşedanên ku li Bakur û Rojhlatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Li navçeya Eyn Îsayê bi beşdarbûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birîndarên şer ên li bajarê Hesekê bang kirin ku "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ji ber sûcên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikeve lîsteya terorê. Şervanan her wiha bang li gelê Rojava kirin ku piştgiriyê bidin şervanan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo axa xwe ji çeteyan biparêze, tevlî YPG’ê bû û li dijî çeteyan şer kir . Bi lehengî şer kir û şehîd ket. Şehîd Reşo hevalên xwe bi tenê nehêla û got: “Ez qebûl nakim wekî tirsonekekî bimirim.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şahidên komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê pêk anî û 8 zarok şehîd kir, axivîn. Şahid qala hurguliyên komkujiyê dikin. Dayîk û bavên şehîdan ku bûne şahidên komkujiyê wiha gotin: “Piştî 58 rojan em ji xaka xwe Efrînê derketin, tenê ji bo zarokên xwe biparêzin. Lê Erdogan rê neda em bi aramî bijîn û zarokên me qetil kirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê binpêkirinên li dijî zarokên Efrînê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tenê kirin, belge kirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku binpêkirinên dagirkeriyê sûcên şer in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ragihandina cîhanî ya mafên mirovan ji mezintirîn destkeftiyên NY`î ye. Diviyabû ku bi mafên mirovan re têkildar be û wan biparêze. Lê rêxistinê li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nalive.  Gelo bi rastî ev rêxistin girêdayî mafên mirovan e? (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gêlo Îsa bang li partiyên Sûriyê kir ku li dijî planên dewleta Tirk ku tevahî xaka Sûriyê dike hedef, li kêleka gel bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-“Dîrok xwe dubare dike, lê li gorî taybetmendiyên demê li ser xwe zêde dike û dubare dibe.” (BI WÊNE).

JIN

-Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, pêngava xwe bi pêşandane belgefîlmekî bi navê "Jin ber bi rojê ve û banga li jinên cîhanê da ku banga edaletê ji bo Hevrîn Xelef bikin" bi dawî dike. Belgefîlim li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê pêşandan, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên herêma Cizîrê anîn ziman ku YPJ'ê hêz da tevahî jinan û bana tevlêbûna nava refên YPJ'ê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiya ji gundê xwe yê li kantona Girê Spî koçber bûye got: “Herêma Erdogan a " ewle" tenê ji bo qetilkirin û koçberkirina sivîlan e. Ji ber vê yekê em bang li civaka navdewletî û komeleyên mafên mirovan dikin ku misogeriya vegera me li malên me  û derxistina çeteyan, bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Efrînê yên ku li kampên kantona Şehbayê dimînin gotin: “Dorpêç û derfetên kêm demsala zivistanê ji me re kirin kabûs. Em di keftûlefta jiyanê de ne û hêviya vegera li warê xwe Efrînê dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA