​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2022`YAN

Yekitiya jinên ciwan a navçeya Tirbespiyê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî HPG`ê pêşangehek li dibistana şehîd Cahîde Ronak vedike saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star panelek têkildarî jinelojiyê û şerê gel ê şoreşger û zihniyeta baviksalarî li navenda jinelojiyê ya navçeya Dêrkê li dar dixe saet di 9:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Feysel Hecî Mihemed li goristana şehîdan a bajêr oxir dikin saet di 13:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê li Kobanê têkildarî koçberiyê û metirsiyên wê daxuyaniyek dide saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra El Milhim Mîzer El Giûd diyar kir ku pêkhateyên herêmê bi hemû mezheb û eşîrên xwe yên Ereb û Kurd ve, amade ne ku biçin eniyên şer û li dijî her hêzeke ku çavê xwe berdide herêmê, şer bikin, bi taybet li hember dewleta Tirk a dagirker.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberên partiyên siyasî daxuyand ku bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, wan aliyan jî dike şirîk. Her wiha hevkariya PDK`ê bi dagirkeran re şermezar kirin û diyar kirin ku "Divê PDK siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk tînin û ji bo ku malbatên xwe ji topbaranên dewleta Tirk û çeteyan biparêzin, li rex malên xwe xendekan dikolin. Her wiha piştrast kir ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Siyasetmedar Ferhan Hac Îsa got ku dehfdana çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ber bo sçmprîm herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewleta Tirk ve, planeke kevn a dewleta Tirk e û di çarçoveya nêzîkbûna vê dawiyê ya bi hikumeta Şamê re pêk tê, ku armanca wê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Şoreşa ku bi kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bi destê hêzên bi navê “polîsên exlaqê” li Îranê dest pê kiribû, li hemû herêman belav bû, berfireh bû û bû şoreşa hemû jinên cîhanê. Piştî ku hemû gelan piştgiriya xwe ya bi doza wê re nîşan da û banga hesabpirsîna ji kujerên wê kir.

ANHA