ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi sponseriya Komîteya Ciwan û Werzîşê ya navçeya Til Hemîsê 3'yemîn mihrîcana hespan a  navçeyê û ya 8'an li ser asta herêmê Cizîrê dest pê dike, saet 6:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Eyn Îsayê binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî goran şeremzar kirin û bi karekî ne exlaqî bi nav kirin. Şêniyan bang li civaka navdewletî kir ku erkê xwe bi cih bînin û fişarê li Tirkiyê bike da ku binpêkirinên xwe rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Piştî ku serokê istixbarata Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan, serdana hikumetên Iraq û herêma başûrê Kurdistanê kir, dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde kir. Gelo rewş ber bi kuderê ve diçe? (BI WÊNE).

-Şîrovekarê siyasî yê iraqî Wasiq El-Cabirî got: "Heke destwerdanê Tirkiyê li xaka Iraqê dewam bike ê dewleta Tirk di dema guncaw de û bi wesîleyên din mudaxele bike. Tirkiyê dixwaze beşin ji xaka Iraqê tev li xwe bike." (BI WÊNE).

-Çalakger û lêkolînerê mafnas Abdulrehman Betran bang li hikumetên Sûriyê û Iraqê kir ku têkildarî karasata kêmbûna ava Firatê, belgeya kêmbûna ava Firatê bidin NY. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku malbatên êzidî hîn jî vedigerin Şengalê û got: “Em bang li xelkên Şengalê dikir ku li xaka xwe vegerin, xwe bi parêzin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakgerên jin gotin: “Dewleta Tirk jinên têkoşer dikin hedef û hewl dide tevger û vîna jinan bişkînin. Em ê li dijî van hewldanên dagirkeriyê yên ku jinan dikin armanc asta têkoşînê bilind bikin û li dijî wan bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi jinên beşdarî kar bûne û 2 donim erd kêm zêde pêwîstiyên navçeya Tirbespiyê ji zebzeyan dabîn kirin û tê payîn ku di rojên pêş de kar ji zêdetirî sedî jinan re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4'emîn Mihrîcana Rojava ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişloyê dest pê dike ku dê 8 rojan dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl dide hemû astengiyên ku rastî gelê herêmê tên, çareser bike, rewşa xizmetguzarî baş bike, kar û barê welatiyan sivik bike.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna nan û nebaşbûna kalîteya wê azaran dikişînin. Bang li aliyên têkildarî dikin ku çareseriyekê bibînin ku rewşa wan li gel rewşa aborî ya dijwar di ber çavan re derbas bike. Şaneya Aloziyê ya ku Rêveberiya Xweser ava kiriye, hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din