ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên gundewarên Girê Spî rihetiyê nabînin. Gelek dayikên ducanî ji tirsa êrişan, zarokên xwe ku hîna çavên xwe li dinê venekirine ji dest didin. Jiyankirina bi topan re ne hêsan e, lê dema ku girêdana bi axê re kûr be wê demê tirs ji holê radibe û berxwedan derdikeve pêş. Şêniyên gund jî tekez dikin ku ew ê li ser axa xwe bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê bang li partiyên Kurd kirin ku demildest yekîtiya netewî ava bikin û gotin: "Dem dema yekîtiya netewî ye. Em ê maf û azadiyê bi yekîtiyê bidest bixin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Reşîd Osman ê ku di komkujiya Mehmûdiyê ya beriya du salan birîndar bibû, dibêje ku  heta li Efrînê vegenere, birînên wî nekewin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên Erebî yên hefteya borî, şîrovekirina nameyên Rûsya yê ji Esed re û rexneyên Ramî Mexlûf ên ji Şamê re, erêkirina hikûmeta Mustefa El-Kaizimî û soza Lîbyayê yên vegerandina Terablusê xistin rojeva xwe. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Fermendarê giştî yê Tugeya Şoreşgerên Idlibê (Lîwa Siwar Idlib) Skender Alaa got: “Çete di destê Tirkiyê de bûne agir. Tirkiye jî bi wan çeteyan Sûriyê û dewletên Ereb ên din dişewitîne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê hemû gelê Sûriyê hemû ne. Divê gelê Idlibê li dijî Tirkiyê rabe ser piyan.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên rewşenbîr ên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku divê tevahiya aliyên têkildar, hêzên Kurd û partiyên siyasî erkên xwe bînin cih û yekîtiya xwe çêbikin. Jinan got: “Divê jinên Kurdistanê bibin pêşengên însyatîfên yekîtiyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Yekem car amûra wênegirtinê di sala 1964`an de dibîne. Wêneyek pê dikişîne û ew dibe destpêka wî bi vê amûrê re. Niha bûye ji kevntirîn wênekêşê Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Jina bi navê Şerîfe Xelef (50) bi 3 zarokên xwe re di malek li ber rûxanê de dijîn. Rewşa wê ya madî gelek xirabe, Şerîfe û zarokên xwe li benda alîkariyê ne da ku mala wê were restorekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Kantona Qamişlo, ji bo mewsima çandiniyê ji şewatan biparêze tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji gundên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê hertim rastî êrişê dewleta Tirk a dagirker tê jî gundê  Zenobiya yê Girê Spî ye. Şêniyên gund bertek nîşanî êrişan kirin û gotin: “Zarokên me di nav obîsan de mezin dibin. Divê cîhan van binpêkirinan bibînin û pêşî li êrişan bigirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA