ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.11.2019

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina Berxwedana Serdemê di pêvajoya duyemîn de.

-Şopandina çalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikevin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên 9 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mamosteyên bajarê Helebê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kerasetek mirovî wesifandin ji ber ku bi hezaran zarok ji mafê xwendinê bi zimanê dayîkê bêpar hiştin di hewldanekê de ji bo çewisandina çanda kurdî. Her wiha bang li rêxistinên têkildar kirin ku yekser mudexele bikin û êrişan rawestînin.

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Şervana YPJ`ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker armanc dike xaka Sûriyê parçe bike û got, şervanên YPJ`ê nahêlin planên dagirkeran pêk werin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Qasimiyê yê navçeya Til Temirê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve tên bersivdayîn. Têkildarî rewşa dawî ya gund şervanê QSD‘ê diyar kir ku çete her êrîş dikin dişkin û paşde vedigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê de bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn her wiha bi sedan mal û cihên giştî li ser dirêjahiya xeta sînorê bi Tirkiyê re ji Girê Spî heta Dêrîkê bi dirêjahiya 450 KM, hatin rûxandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser mala wî li bajarê Serêkaniyê 4 kes ji malbatê jiyana xwe ji dest dan û hîna cenazeyên wan di bin enkazan de ne. Tevî vê yekê ji warê xwe koçber bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

-Mamosteyê filistînî Selah Abd El- Atî yê di warê qanûnên navdewletî de got: “Mafê gelê Kurd ê li Sûriye heye ku kesên sûcên şer li dijî wan pêk anîne û di encamê de zirarên madî û kiryarên dermirovî li dijî wan pêk anîne, dozê vekin.”

DOSYA

Berpirsê sereke yê pêşxistina şerê navxweyî yê Sûriyê serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan e. Erdogan, penaberên ku ji ber şer revîne di her firsendê de dijî Ewropa bi kartîne. Bi hejmarên ku hatine nepixandin ve her carekê dibêje “ez berdim” bi vî awayî jiyana mirovan dike parçeyeke siyaseta xwe ya bê exlaq.

ANHA