ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Hevserok û rêveberên Şaredariya Gel a Herêma Efrînê gotin, desteserkirina AKP’ê ya şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, darbeya siyasî ya li dijî demokrasiyê ye û îşaret pê kir şaredariyên Bakur bi vîna gel bi ser ketin û ev yek astengiyan li pêş fikrên hikumeta Tirkiyê derdixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê penaberan wek kaxezekê bi kar tîne da ku pê mûdaxelaya Sûriyê bike. Cemîl got armanca Tirkiyê ya vegerandina penaberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku demografyayê herêmê biguhere û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Di encama çembera ku rejîma Sûriyê li ser kantona Şehbayê ji sal û nîvekê ve ferz kiriye de, kanton rû bi rûyî kişandina azarên derman, kadroyên bijîşkî û pêdiviyên bijîşkiyê ye. Ji lew re nuqteyên bijîşkiyê hin caran nikarin pêdiviyên nexweşan pêk bînin. Li rexê rêxistinên pêwendîdar ji bo çareserkirina kêmasiyan paşguh in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarêrn li kantona Şehbayê dest bi çinîna hilbirîna pîvazan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd amadekariya firehkirina nexweşxaneya meydanî ya li kampa Holê dike. Dê hejmara textên li nexweşxaneyê zêde bike û beşên nû veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA