ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Li Dêrikê ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) konê sersaxiyê li navenda Şehîd Bawer a ciwanan tê vedan, saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrice Franceschi diyar kir ku karê serêkê yê dewletên navnetewî ew e ku ji milên siyasî ber bi hiqûqî ve herin û got: “Divê erkê xwe pêkbînin û herêmê nas bikin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Hevseroka Kongreya Îslam a Demokratîk Hûda Kaya got: “Çawa ku jinan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de rolê xwe lîstin û berxwedanek mezin dan meşandin, dê di pêvajoya dadgehkirina çeteyan de jî rolek sereke bilîzin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê di çarçoveya amadekariyên lidarxistina turnuvaya şampoyanên bajêr de li stada şeşkoşeyî bi tîmên futbolê yên bajêr re dicive, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha ku Desteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê organîze kiribû, di roja xwe ya sêyemîn de li hola Kampa Serdemê berdewam dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji hezkirina wî ya ji mîraseya ku dapîr û bapîrên wî jê re hiştine dikane xwe veguherand cihê komkirina alavên antik ku bala her kesî dikşîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Kobanê li bakurê Sûriyê, ji ber hebûna avahiyên ku di encama şerê li bajêr de rû daye wêran bûne bi gilî û gazinc in. Şênî dibêjin ew avahî ji bo wan xeter in û bang li şaredariyê kirin ku çareseriyên guncew peyda bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gerînendeya Çandinî û Avdanê ya El-Besîra gelek destkeftiyên mezin di ware çandiniyê de li herêmê bi dest xistine bi taybet piştî resotrekirina hilmijên avdan û kanalên avê. Tevî piştgiriya cotkaran û peydakirina pêwîstiyên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hindek maye ku Şaredariya Gel a Kobanê xebatên ziftkirina rêyên gundewarê kantonê bi dawî bike. Her wiha amadekariyên ziftkirina rêyên taxên bajarê Kobanê dike da ku pirsgirêka rêyên bi awayekî mezin zirar dîtine çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarokê Mebrûke yê guirêdayî herêma Serêkaniyê bang li aliyên têkildar kirin ku avê li bajarokê peyda bikin ji ber ku lêçûna kirîna avê ji sehrîcan biha ye. Ji aliyê xwe ve şaredariyê soz da ku li gorî derfetên xwe hewl bide avê peyda bike, li gel hedefgirtina leşkerên artêşa Tirk her kesê ku nêzî depoya avê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA