ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2019'AN

-Geşedanên ku li Bakur û Rojhlatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Malbatên şehîdên ku di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne, gotin: “Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê pêk anîne, dê vîn û berxwedana me neşikîne. Bila dadgeh sûcdarên vê komkujiyê werin darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka şoreşê ve tev li refên parastinê bûn. Li piraniya eniyan li berxwe dan. Ev şervan teqez dikin ku parastina welat erkek e ji her ferdekî/ê tê xwestin û bang li tevahiya ciwanên ku çûne derveyî welêt kirin ku vegerin û welatê xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokên Girê Spî yên ku bi dare zorê koçber bûne, êş û azara ku ji destên çeteyên Tirkiyê dîtine vedibêjin, hêviya berdewamkirina xwendin û vegera aramiyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîrên Dêrazorê bangên parçekirina QSD`ê red kirin û piştgiriya QSD’ê kirin. Rûspiyan gotin: “Armanca van xwestekan derxistina nakokiyan di navbera gelên Sûriyê de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rewşenbîr û nivîskaran diyar kirin ku gelê Kurd rastî êrişên hovane tên û gotin: “Divê partî û hêzên Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk  yekîtiyê ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla Cewla şêx Ebdulrehman El-Raşid got: “Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastina herêmê hate damezirandin. Ji xort û keçên herêmê pêk tê. Li dijî DAIŞ`ê sekinîn, bi hezaran şehîd, fedekarî pêşkêş kirin û DAIŞ`ê tune kirin. Ev hêz ne xwedî taybetmendiyek taîfî yan jî olî yan jî nijadî ye, berovajî wê hêzên neteweyî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Têkilkdarî 25'ê Mijdarê, Meclisa Jinan a Sûriyê li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo daxuyaniyê dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîkên şehîdên Berxwedana Rûmetê bang li NY, rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker têkin lîsteya terorê. Her wiha rave kirin ku ew bi şehadeta ciwanên xwe serfiraz in ji ber ku ax û şerefa xwe parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-“Heke hêzeke me yê ku bikarê cîhanê jî bin bixîne hebe jî em ê êrîşê kesê nekin, lê heke hemû cîhan bibe yek û bi ser me de were jî em ê ji mafên xwe yê parastina rewa qet tawîzan nedin.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Êşên koçberiyê ku dibistanan de hat kişandin niha şagirt destp xwendinê dikin. Dêrûniya zarokan ji dagirkeriyê para xwe girtiyê ku şagirt dibejin ‘Erdogan çima hevalên me koçber û qetil dike? Ji zarokan çi dixwazin?’ Mamoste jî hewil didin ku dêrûniya zarokan vegerînin beriya 9'ê Cotmehê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA