ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-08-2020’AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina çalakî û xebatên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk a Şedadê Mihêdî El-Dexîm got: "Armanc ji hedefgirtina kesayetên sembol ew e ku fitneyê di navbera eşîran û QSD’ê de derbixin. Dixwazin bidin nîşandan ku QSD nikare herêmê biparêz e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan gotin:  “QSD’ê hemû pêkhateyên herêmê û yekîtiya axa Sûriyê parastin. QSD garantorê yekane yê ewlehiyê ye. Divê şêniyên herêmê ji propogandayên reş û şerê taybet ê istixbarata Sûriyê û dewleta Tirkiyê baldar bin. Ji ber armanca wan derbekirina yekîtiya pêkhateyên  herêmê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Fatima El-Hisên ji gundê Um El-Xêr ê girêdayî navçeya Til Temirê ye. Gundê Um El- Xêr li ser xeta herêmên dagirkirî ye. Dewleta dagirker raste rast malên sivîlan ên li nêzî cihên ku dagir kiriye, topbaran dike. Fatima dibêje, mala me rûxandin, lê em ji axa xwe dernakevin.

- Şêxê eşîra El-Hos Abdullhey Xelîl got: “Di vê pêvajoya hesas a ku herêm têre derbas dibe, hevgirtina eşîran pêwîstiyek e. Hêzên ji derve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digrin û dixwazin tevlîheviyê di nava eşîrên herêmê de derxin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Îsraîlê êrişên xwe yên li dijî nuqteyên ku dibêje girêdayî Îranê ne li Sûriyê zêde kir. Piştî teqîna li perava Beyrûtê gelê paytexta Lubnanê hêrsa xwe li hemberî rayedarên berpirsên teqînê nîşan da. Her wiha Misirê û Yewnanistanê li deryaya Spî derî li pêşiya Tirkiyê girtin.

ÇAND Û HUNER

- Yekitiya Rewşebîran a herêma Efrînê ragihand ku deriyê tomarkirinê li ciwanên dixwazin beşdarî pêşbirka şehîd Gerzan a Wêjeyî ya Ciwanan bibin, vekiriye..(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Hevseroka Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê Sîham Mele Elî got: "Piştî belavbûna Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, divê şênî nexweşiyê cidî bigirin û tedbîrên pêwîst paşguh nekin da ku pêşî li belavbûna vîrusê bigrin."(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA