ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Artêşa dewleta Tirk a dagirker, li gundê Dêrna Qulingan a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, hewl da dest deynin ser milkên gundiyan. Bi rêbazekî hovane zêdeyî 40 kes girtin. Lê bi yekîtiya pêkhateyên dewleta Tirk bi bin ket. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyên bajarê Kobanê piştî girtina dibistanan a ji ber Koronavîrusê, perwerdeya bi rêya înternêtê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Serokwezîrê Iraqê yê erkdarkirî Mustefa El-Kazimî pirsgirêka wergirtina baweriya parlamantoyê derbas kir. Bi vê yekê diyalektîka bi mehan a piştî îstîfaya Adil Ebdulmihdî û vir de bi dawî dibe. Lê gelo zilamê îstîxbatatê anku El-Kazimî dê şansê desteka hundir û derve jî bigire û pirsgêrkên din jî derbas bike? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li 28 gundên navçeya Zirganê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker kehrebe qut bûye. Niha jî dewleta dagirker nahêle ku tîmên restorekirinê karê xwe bikin û wan dike hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev 60 rojin Şaredariya  Gel a Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê di nava liv û tevgerê de ye. Li gorî berpirsên şaredariyê lêçûna projeyê 90 mîlyonên Sûrî ye. Dê bi dirêjahiya 4 hezar metre de xetên avê werin guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema ku mirov li kolanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digere, axaftina şêniyan a li ser kolana kulîkan , bala mirov dikişîne. Kolana Kulîlkan navê xwe ji şitilgeha "Kurdistan" digire ku girêdayî malbateke Ereb e  û nêzî 45 sal in bi çandina gulan ve mijûl dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-"Kulîlkên Basûtê" navê komeke hunerê ye ku endamên wê zarokên malbatekê ne. Zarok rojên koçberiyê bi mûzîk û stranbêjiyê derbas dikin û hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA