ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî gefên dagirkeriya Tirk û vekişandina hêzên Amerîkayê ji nuqteyên li ser sînor, her wiha çalakiyên mertalên zindî ên li ser sînorê Serêkaniyê û Girê Spî dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya 9‘ê Cotmeha 1998‘an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan diherikin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên  bajarokê Hecînê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û gotin ew amade ne li rex Hêzên Sûriye Demokratîk bi sekinin û şerê dagirkera Tirk bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên bajarê Reqayê diyar kirin ku Tirkiyê armanc dike ku herêmên ewle yên di bin parastina QSD‘ê dagir bike û niştecihên wê koçber bike. Rûsiyan bang li civaka navdewleî kir ku helwesteke cidî li hemberî gefên Tirkiyê diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo got, komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, di esas de gelê Kurd hedef kiriye û anî ziman ku dagirkirina Efrînê beşekî vê komployê bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên Ereb ên bajarê Hesekê gefên Tirkiyê red kirin û got: "Armanca wê ya sereke ji dagirkirinê re derbekirina biratiya gelan û îmhakirina nasnameya Sûriyê." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Rêveberiya Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce got armanca komploya der heqê Rêber Abdullah Ocalan de hatiye plankirin tunekirina her teşeyek ji teşeyên pêşktina siyasî ya kurdî li herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku her êrîşeke pêkane ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê qirkirina Sêfo ya li ser xiristiyanan dûbare bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA