ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komxebata navnetewî ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê) a ji aliyê NRLS‘ê ve hatiye organîzekirin di roja sêymîn bi semînerên din û encamnameyê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hejmareke rewşenbîrên Helebê li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser gelê Kurd banga yekitiyê kirin.

POLÎTÎKA

Rojnameger Fehim Taştekin diyar kir ku Tirkiye di gelek waran de li hemberî Kurdan piştgirî daye DAIŞ’ê û wiha got: “Modela ku Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xistiye ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşê hatiye. Tirkiye li hemberî statûya Kurdan a li Rojava di elermê de ye.”

Berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin got: “Divê çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin. Hinceta ku dibêjin ‘ji ber Rêveberiya Xweser nayê nasîn’ li vir divê ev çete neyên darizandin, ne raste. Mînakên wekî vê hene. Divê bê hincet çete li herêmê bên darizandin.”

-Endama Desteya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Muna El-Xelef îşaret bi pêşniyara Tirkiyê ya avakirina "Herêma ewle" bi çavdêriya wê li Bakurê Sûriyê û got, Tirkiyê bi vê yekê dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin destnîşan kir ku Tirkiye ewlehiya herêmê xirab dike û wiha got: “Divê Tirkiye yek santîm nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.”

JIN

-Bi diruşmeya "Jina rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke pirreng û demokratîk e" Meclisa Jinan a Sûriyê buroya xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi rêya hindek pîşeyên destan pêdiviyên xwe ji mûnê û tiştên din peyda dikin. Yek ji wan pîşeyan, çêkirina zeitera malan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

 -Komîteya Perwerdeya ya Civaka Demokaratîk a Serêkaniyê û Buroya Ciwanan a MSD ê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyaniyan didin. (BI WÊNE Û DÎMENE)

ÇAND Û HUNER

-Pêşengeha cil û bergên folklorî ya li bajarê Hesekê hatiye organîzekirin di roja duyemîn de didome. Tê payîn ku dê semînerek li ser cil û bergên folklorî yên erebî were dayîn, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Cotkarên kantona Girê Spî gotin ji ber kêmbûna sotemeniyê çandina hilberînên havînê li herêmê gelek paşde çûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA