ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2020’AN

-Şopandina rûdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Şopandina xebat û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

- Fermandar û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ên ji êla Agîdat a li Dêrazorê gotin: “Ji bo ku em herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin, tevlî QSD’ê bûne. Hinek alî dixwazin  fitneyê bixin nava pêkhateyên herêmê. Em soz didin em ê li hemberî van hewldanan bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê hedefgirtina şêx û serokeşîrên  Dêrazorê  şermezar kirin û gotin: “Êrişên li hember şêx û serokeşîran bi piştgiriya ajandeyên derve tên kirin. Armanc têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û biratiya gelan a li  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”    .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka TEV-DEM’ê ya Hesekê Şêrîn Hemê got: “Gelê Sûriyê armanca dewleta Tirk a dagirker fêm kiriye. Dewleta Tirk dide fitneyê di nava gelên herêmê de biafirîne û gelê Kurd qir bike.”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Li Misirê hilbijartineke nû ya Meclisa Rûspiyên Misirê ji dema derketina destûra Misirê de di rojên 11 û 12’an ên vê mehê de li dar dikeve. Ew bi rêya dengdayîna nepenî ya yekser pêk tê. Dê piştî hilbijartinan encam di 19’ê heman mehê de di rojnameyeke fermî derkeve. Dê dengdayîn li gel tedbîrên tund ên qedexeya pêşîlêgirtina Koronavîrusê pêk bê.

JIN

Navenda Lêkokîn û Parastina Mafên Jinan navendeke mirovî, qanûnî, sivîl û bê qezenc e, li ser piştevanî, xurtkirina jinan û piştevaniya wê ya wergirtina mafên xwe de bi rêya perwerde, lêkolîn û belgekirina sûcên li dijî wê dixebite.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Piştî çend salan ji şer û wêrankirinê, ji ser bajarê Helebê wêrankirin radibe û jiyan lê vedigere, her wiha vedigere dîroka xwe û girîngiya aborî û bazirganî.

ANHA