ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Bi armanca avakirina rêgeza xwetêrkirinê û peydakirina derfetên kar, Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî di erdekî ku kirê kiriye de hemû cûre zebze û mêweyên havînê çand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hezîme ya gundewarê bakurê Reqayê çaryeka yekemîn a plansaziya sala 2020`an bi dawîn kir. Vê xebatê rewşa xizmetguzarî li herêmê pêş xist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koçberî kantona Şehbayê bûne, êrişên rojane yên li ser gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê şermezar kirin û gotin: “Em ê berxwedana xwe bidomînin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Nakokiya di navbera serokê  Sûriyê Beşar El-Esed û karsazê Sûriyê yê nêzî wî Ramî Mexlûf de, di raya giştî ya Sûriyê û cîhanê de  weke  mijreke sereke derket pêş û di wê der barê de gelek analîz derketin. Ramî Mexlûf Kî ye? Çawa ji alîgirê El-Esed bû yek ji rexnegirên wî? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Civaka navdewletî heta niha ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dengê xwe dernexitiye. Ji ber vê di girtîgehan de tevlihevî çêdibin. Çavdêr diyar dikin ku heta Tirkiye li ser xaka Sûriyê be, dê DAIŞ tune nebe û tevlîheviya di girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê têde ne de bi dawî nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Ridwan Agirî got: "Gelê Kurd yek e, lê di navbera partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî de nakokî hene. Xeleka xelasî û parastina destkeftiyên ku bi xwîna cangoriyên azadiyê hatine qezenckirin, di bicihanîna banga Rêber Ocalan de pêkan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed got: “Niha li ser asta navnetewî hewldan hene ku yekîtiya aliyên Kurdan çêbikin. Em  bang li aliyan dikin ku însyatîfên ji bo yekîtiya Kurdî bi ser bixin. Serkeftina îsyatîfên yekîtiya Kurdî dê partiyan jî biser bixe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayîka Fîda jiyana koçeran jiya û hina dijî. Çanda pêşiyên xwe diparêze û sewalan xwedî dike.

CIVAK Û JIYAN

- Buhabûna sebzeyan û ketina  lîreya Sûriyê li beramberî dolar, berê cotkaran da çandina sebzeyan. Komîteya Çandiniyê jî destekê dide cotkaran da ku pêwîstiyên herêmê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xebatên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bona veguhestina Sûka Sebzeyan ya kevin bi Sûka Gel a nû, ber bi dawiyê ve diçe. Heta niha 102 qure ji aliyê dikandarên ku dixwazin cihê xwe di sûka nû ya bi navê (Sûka Gel) de bigirin hatine kişandin û wê sûka nû di serê heftiya bê de were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Gelê Kurd hertim dîrok û çanda xwe bi vegotina stran û kilaman parastiye. Malbata Qereçox bi vê erka xwe radibe û bi vegotina kilam û stranan çanda Kurdî diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA