ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 -04-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêzîkatiyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) yên li hemberî herêmê rexne kir û destnîşan kir ku hewldanên rêveberiyê yên bi armanca bidestxistina alavên pêşketî yên li dijî Koronavîrusê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Aliyên têkildarî qada perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku ji girîngtirîn rêgezên biserxistina prosesa perwerdeyê ya ji dûr ve, hevkariya gel a bi kadroya perwerdeyê re ye. Li gorî berpirsan, di prosesê de girîngî ji madeyên zanistî, zimanên Kurdî, Erebî, Inglîzî û babetên wêjeyî li gorî derfetên heyî têne dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Ji destpêka pirsgirêka Koronavîrûsê ve, gelek analîz girêdayî pêşeroja pergala cîhanî ya kapîtalîzmê û rewşa gelên cîhanê re derketin pêş. Hemû analîzên ku derketin li ser vê yekê li hev dikin; pergala cîhanî piştî Koronavîrusê dê ne mîna berê be. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêr ên navçeya Şedadê li gel qedexeya derketina derve xebatên xwe bê navber didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Kobanê qonaxa sêyemîn a projeya kanalîzasyona ava lehiyan a taxa Şehîd Serhed didomîne. Şaredarî wê di çend mehan hindik de bi dawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo diyar dikin ku hevgirtina civakî çekê herî baş a li dijî aloziya Koronavîrûsê ye. Di vê çarçoveyê de gelek însiyatîfên tekekesî û komî derketin pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA