ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Helwesta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî gefên dagirkeriya Tirk û vekişandina hêzên Amerîkayê ji nuqteyên li ser sîno, her wiha çalakiyên mertalên zindî ên li ser sînorê Serêkaniyê û Girê Spî dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê der barê gefên Tirkiyê de daxuyaniyekê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê dide, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin gefên Erdogan red kirin û destnîşan kirin ku timayên Erdogan li gel bêdengiya cîhanê zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîr û siyasetmendarên Kobanê gotin, komploya li djiî Rêber Abdullah Ocalan tevegera kurdî kir hedef û armanc jê ew bû ku şora kurdî tine bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Girê Spî gotin, niyeta Erdogan a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bû û teqez kirin ku heger Erdogan êrîş bike dê li pêşberî berxwedana gel rû bi rû bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Minbicê teqez kirin ku li dijî her êrîşeke pêkan ew ji parastinê re amade ne û dê heta dilopa dawî ya xwînê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din