ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Komxebata navnetewî ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê) a ji aliyê NRLS‘ê ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de li Hola Beylesan a navçeya Amûdê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çand û Hunerê bi hevkarya Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê li ser dika şanoyê ya navenda çand û hunerê çalakiyeke çandî, hunerî û werzîşê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Şaredariya Gel a Dêrikê Rojîn Çeto anî ziman ku serdana şandeya şaredariyê ji bo Almanyayê bi encam bû û got, Şaredariya Dêrikê û Şaredariya Frederick Hein Kreisberg ji bo avê, hawirdorê û xizmetguzariyê peyamn îmze kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji bo 5 şehîdên YPG û YPJ‘ê konê sersaxiyê li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qerahê ya Şehbayê tê vedan, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Gerînenedeya Şûnwaran a Kantona Efrînê ji bo balê bikşîne ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk der heqê cihên dîrokî û çanda Efrînê de bi navê "Banga Şarestaniyê" pêşengeheke vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

POLÎTÎKA

-Şêwirmendên Navenda Netewî ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û mamosteyê zanista civakî li Fakulteya Perwerdeyê ya Misirê Celal Zenatî îşaret bi girîngiya ku dewletên Rojhilata Navîn û taybet Misir, Lîbya, Iraqê û Sûriyê di pêvejoya bê de Erdogan û partiya wî wek sûcdarên şer darzînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Şêranê Salih Nûh got ku gelê Kurd têgihiştiye ku tekane rêya dijî dagirkeriya Tirkiyê, berxwedan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Aloziya Sûriyê derbasî pêvajoyeke nû dibe, Washington dikarî Ewropa îqna bike ku hêzên zêde bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di çarçoveya tedbîrên navdewletî yên ji bo tinekirina xewnên Tirkiyê de NY û QSD‘ê peyman îmze kirin. Li Sûdanê jî pêvajoya aloziyê bi dawî dibe û lihevkirineke dîrokî pêk tê. (BI WÊNE).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Girêk Legê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşeke meşeleyî li dar dixe, saet 21:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê pêşangeha salane ya cil û bergên folklorî li Hola Erd El-Ehlam a bajarê Hesekê li dar dixe, pêşangeh di sê rojan dewam bike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêberiya Xweser ji bo vegera şêniyên herêmên Dêrazorê yên nû hatine rizgarkirin di nava demeke kurt de gelek projeyên xizmetguzariyê pêk aniye û amadekariyên bernameya sêyemîn a îsal dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber binpêkirinên leşkerên Tirk ên li ser sînor ku sivîlan dikin hedef cotkarên kantona Girê Spî nedikarîn zeviyên xwe yên li ser sînor biçînin. Tê gotin ji sala 2016‘an û heta niha zêdeyî 26 cotkar li ser sînor bûn hedefa guleyên leşkerên Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA