ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2022ʹYAN

-Li Qamişlo merasima oxirkirina şervanê YPG`ê şehîd Dilxwaz Agirî tê lidarxistin. Saet di 12:00`an de. (Bi wêne û dîmen)
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya li Qamişlo daxuyanî dide. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

-Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelekê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kombûna Jinan a Zenûbiya panelekê ji bo jinan li hola Meclisa Herêma Rojava ya gundewarê Dêrazorê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji fermandarên QSDʹê yên li eniyên Eyn Îsayê Ezîz Xirbîsan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker rojane gundên Eyn Îsayê topbaran dike û got, QSDʹê amade ye bersiva her êrişekê bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Pirsporên kar û barên komên terorîst destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dê derfetê bide DAIŞ`ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike û derbasî pêvajoyeke nû ya terorê bibe. Her wiha diyar kirin ku planeke revandina malbatên DAIŞ`ê û şaneyan heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnas û oldarên li Teqa û Şehbayê destnîşan kirin ku sûc û komkujiyên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, sûcên şer in û tekezî li ser berxwedanê û girêdana bi axê re kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên  li Minbicê destnîşan kirin ku li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew gelên herêmê bi tenê nahêlin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê gotin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Xweser tevî ambargo, girtina deriyên sînorî û êrişên dewleta Tirk a dagirker jî, li 16 kampên fermî, kampên din û navendên bicihkirinê derdora milyonek penaber û koçberan dihewîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA