ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2020`AN

- Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

- Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Ji bo ku pêşiya belavbûna Koronavîrusê bê girtin, komîn dikarin rolekî bingehîn di perwerdekirina xweparastina ji Koronavîrûsê bilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl bang li rêxistinên mirovî û aliyên piştevan kir ku piştgiriya wan bikin da ku karibin hejmareke mezin a koçberan di kampê de bi cih bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hevserokê Meclisa MSD’ê Riyad Derar got: “Gelek alî li pişt hedefgirtina şêx û rûspiyên li herêma Dêrazorê ne. Dixwazin bi van kiryaran li herêmê alozî û tevlîvehiyê çêbikin. Em bi eşîrên herêmê re di nava têkiliyan de ne û hemû van tevlîheviyan red dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku hêzên derve dixwazin bi rêya hedefgirtina êl û şêxên eşîran fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin û got: "Li dijî van kiryaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êl û şêxên eşîran yek dest in." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Siyasetmedar, rewşenbîr û şêniyên bajarê Qamişlo gotin: “Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re bibin yekdest û li hember dijmin bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Ji ber teqîna mezin a li perava Beyrûtê dûmanekî dijwar bi ser paytextê ket. Wekî her car li Lubnanê ku tê de şerên siyasî yên hundirîn û derve bi dawî nabin, heke bûyerek qewimî dê di aliyê siyasî de bê bikaranîn. Hin nîşaneyên vê teqînê beriyê wê xuya kirin, hin jî li asoyan xuya dikin. Gelo Lubnan ber bi ku ve diçe û dê herêmê bi ku ve bibe? (BI WÊNE)

JIN

- Projeyên ku Komîteya Aboriya Jin, hewl dide li kantona Hesekê pêş bixe, piştgiriyê dide jinan ji bo pişta xwe bidin xwe û rewşa aborî ya herêmê pêş bikeve.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Şêniyên Dirbêsiyê diyar kirin ku bêyî azadbûna  Rêber Abdullah Ocalan, ne pêkan e ku doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn bên çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  herêma Heftanînê şermezar kirin û gotin: “Ji bo têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker,  pêwîstî bi yekîtiyê heye.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Li gundewarên bajarê Kobanê û gundên girêdayî navçeya Sirînê zêdetirî hezar û 75 kes bi nexweşiya Laşmanyayê ketine. Heyva Sor a Kurd ji bo rê li belavbûna nexweşiyê bigre ketiye tevgerê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Aboriyê ya Mecilsa Navçeya Şedadê diyar kir ku ji ber gelek sedeman ku yek ji wan xemsariya veberhêneran e, vekirina her 3 firinên ku dihat payîn di 20`ê Tîrmeha borî de bên vekirin dereng ma. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA