ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-06-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê destpê kiriye di roja 4‘an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Til Hemîs û Tirbespiyê li dijî girtina parlamentera HDP‘ê Leyla Guven ji aliyê hikûmeta AKP‘ê ve meşek tê lidarxistin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê li dijî sûcên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadikevin qadan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Cizîrê civînên xwe yên bi gel re didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê kirîna genim ji cotkaran, kongreyeke çapemeniyê li ber avahiya xwe ya li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji malbata Mihemed Silêman a ji taxa Şêxmeqsûdê du kes hatin revandin. Ev 8 salin aqûbeta wan ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên Reqayê ji ber ku warê çandiniyê di çend mehên dawîn de paşde çûye, ditirsin bi taybet ji ber ku asta ava çemê Firatê bi awayekî mezin kêm bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Êlên Ereb ên navçeya Şedadê piştgiriya xwe ji pêngava `Tunekirina terorê` ya Hêzên Sûriya Demokratîk destnîşan kirin. Her wiha gotin gel û êlên herêmên di navbera başûrê gundewarê kantona Hesekê de heta bigihêje herêmên Dêrazorê bi hêzên ku tev li vê hemleyê dibin re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo nerazîbûna xwe li ser derengmayîna avakirina yekîtiya kurdî nîşan dan û gotin: “Avanekirina yekîtiya kurdî wê zirarê li Kurdan bike. Wê komployên li ser Kurdan zêde bike. Dijmin li ser esasê em kurdin êrîşî me dike. Tu ferq û cudahî di nava me de nabîne, divê em jî li hember van kiryarên dijmin yekîtiya xwe ava bikin"(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê hilberîna zêde ya genim ji embarên Rovî û Celebiye vediguhêzîne navendên din li Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen got: “Hinek alî dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuyanga malbatên şehîdan berovajî bikin. Divê malbatên şehîdan hişyar bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandar û şervakeke QSD‘ê diyar kirin ku Pêngava Tunekirina Tororê ji bo xilaskirina şêniyan ji şaneyên DAIŞ‘ê hate destpêkirin û gotin pêngav berdewam e ta şaneyên DAIŞ‘ê werin tunekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê aloziya xwarinê li Sûriyê zêde dibe, di dosyaya Lîbyayê de ne zelalbûnek heye. Tevî gurbûna ji aliyê Tirkiyê û hikueta Wîfaqê ve lê bangên diyalogan hene. Li aliyekî din serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan amadekariyên bûyerên navxweyî dike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Navçeya Şedadê got: "Bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê cihê şermezariyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nîlûfer Koç, navbenkariya dewletan ji bo yekîtiya Kurdan weke encama siyaseta sedsala 21’an a nakokî û têkilî bi hevre pênase kir û got kurd ketine qonaxa statû girtinê. (BI WÊNE).

DOSYA

-Hindek maye Amerîka qanûna Qeyser li hikumeta Sûriyê ferz bike. Li aliyekî din çavdêr dipirsin dê ev qanûn çawa bandorê li herêmên Sûriyê bi taybet herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA