ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Çalakiya konvedanê ya Kongreya Îslama Demokratîk a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina gefxwarinên dagirkeriya Tirkiyê di roja duyemîn de didome, saet 10:00. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-ANHA‘yê hevdîtina bi DAIŞ‘yekî xeternak re ku ji bo Interpol hatiye xwestin belav dike. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Şêniyên bajarê Kobanê serfiraziya xwe bi QSD`ê rave kirin û gotin: “Şervanên QSD’ê ji bo me pêşeng in. Em ê li dijî her êrîşekî hertim li paş hêzên xwe bin.” (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Şêx û oldarên Dêrikê herêma “ewle” ya di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de red kirin û wiha gotin: “Herêma “ewle” daxwaziya gelan e. Lê armanca Tirkiyê dagirkirin, talankirin û diziye. Kesek diz nabe parêzvan û nobedar.” tekez kirin ku herêma ewle daxwaza gelan e bi şerta ku bi sponseriya navdewletî be. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker malbateke efrînî ji mala wan dan koçberkirin, kurê wan ê biçûk revandin û li bermaberî fîdyayê serbest berdan.

- Rêveberê Navenda Edaleta Civakî ya herêma Efrînê Feysel Hebeş banga darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, kir û got: “Tirkiye dixwaze bi gefên li ser herêmê DAIŞ’ê zindî bike.” (BI WÊNE Û  DÎMEN

HEVPEYVÎN

- Bêrîvan Xalid anî ziman ku dewletên ku projeya Rêveberiya Xweser naxwazin û gefan lê dixwin, li dijî demokrasiyê ne û got “Xebata me ya sereke tunekirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hişmendiya DAIŞ’ê ye. Em li ser projeya xwe bi israr in û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.” (BI WÊNE Û  DÎMEN

POLÎTÎKA

- Mudirê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî diyar kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya herêma “ewle” demografiya herêmê biguhere û wiha got: “Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê xwe girtiye û eger Tirkiyê karîba êrîş bikira wê ji destpêkê ve êrîş kiriba. Lê ew li peymanekê bi Washingtonê re digere. Eger Washington rê bide Tirkiyê da ku êrîş bike, dê rola wê di Sûriyê de bi dawî bibe.” (BI WÊNE Û  DÎMEN

- Keşeyê Dêra Mar Toma Resûl ê herêma Serêkaniyê Mîxaîl Yaqûb got: “Banga me  aştî û jiyanek hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ye. Lê dagirkeriya Tirk hewl dide aramiya herêmê têk bibe.” (BI WÊNE Û  DÎMEN

CIVAK Û JIYAN

- Li navçeyên kantona Hesekê, bi armanca ku ciwanan fêrî gelek pîşeyan bike, navendên pêşxistina ciwanan hatin vekirin. (BI WÊNE Û  DÎMEN

ANHA