-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.
-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.
-Şandeya ji Belçîkayê serdana kampa Waşûkanî dike, saset 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Parêzer Mihemed Cemîl îşaret bi tecîrda girankirî ya dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin kir û got ku li gorî qanûnên navneteweyî tecrîd binpêkirineke û divê rêber Ocalan serbest were berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Girtiya PAJK`ê ya di gireva birçîbûnê de: “Berxwedana ku me li girtîgehan dest pê kiriye, bigihînin her devera cîhanê, em ê bi hev re encamên erênî bi dest bixin û bigihînin azadî û serkeftinê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Arkeologê bi navê Ebdulwehab Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şûnwarên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê didizin û bazirganiyê pê dike, da ku nasnameya çandî û şaristanî ya şêniyên herêmê tune bike û dîroka wê îmha bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CÎHAN
- Dewleta Tirk a dagirker li aliyekî ji gelek nuqteyên li "Herêma bêçek" vedikişe û li aliyekî din êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Her wiha bi piştevaniya Îxwan El-Muslimîn hewl dide çareseriyên siyasî yên lîbyayî têk bibe.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê da zanîn ku pêwîst e hikumeta Şamê û Rûsya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bêdeng nemînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Endamê rêveber ê Nivîsgeha Têkiliyên Siyasî ya PYD’ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: "Dewleta Tirk bi armanca tirsandina gel û têkbirina berxwedana wê şerekî derûnî dimeşîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).
JIN
Jinên ji bajarê Dêrikê gotin, dewleta Tirk a dagirker û dijminê gelê Kurd hewl didin her nêzîbûneke di navbera partî û hêzên kurdistanî de têk bibin. Jinan banga yekitiyê li aliyên kurdî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Ji bo winda nebe, hin jinên ji Kobanê pîşeya kevin a folklorî diparêzin û tê de afrîneriyê bi pêş dixin da ku xweşikbûna folklora Kurd û dîroka kevin ên jinên Kurd bidin xuyakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIWAN
- Endamên Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin di pêvajoya heyî de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine, pêwîstî bi parastina destkefityan heye. Her wiha bang li gelên herêmê kirin ku ji hemû cureyên êrişan re amade bin û rêxistinbûna xwe zêde bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
CIVAK Û JIYAN
- Qehwexaneya Kewê ya li navçeya Amûdê ji cihên balkêş e, şêweyê xwe yê mîmarî yê kevn parastiye, bûye şahidê dîroka bajêr û şêniyên wê. Mêr bi mebesta dema xwe lê bikujin û başbûna derûniyê berê xwe didinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA