ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06. 09. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî civînekê girseyî li stada Xiwêran a bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî 33 rêxistin û komeleyên mirovî yên li kampa Holê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, lê rêveberî rû bi rûyî astengiyên dijwar e. Rêxistinên mirovî û NY’yê rewşa kampê paşguh dikin. Bi nêzbûna zivistanê re rewşa kampê dijwartir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Kurd yên navçeya Zirganê gotin: “Lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurd dê bibe piştevaniya parastina mafên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê.  Di vê pêvajoya xeternak de lidarxistina kongreya netewî pêwîstiyek e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê fermî yê Qebîleya Şerabîn li Sûriyê û Iraqê "Herêma Ewle" ya dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê ava bike red kir û got: " Em polîtîkeyên pişaftin, bikaranîna pereyên Tirkî an jî bilindkirina ala Tirk û meteryalên Tirk li herêmê xwe qebûl nakin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çeteyan bi awayekî hovane ew lêdan kirin û mala wî desteser kirin û biraziyê wî jî revandin. Ji lew re neçar ma mîna bi hezaran xelkê Efrînê ji warê xwe derkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanebûn zeviyên çandiniyê yên şêniyên Kurd ên li herêmên dagirkirî yên li bakur û rojavayê Sûriyê dişwetînin. Heman demê de jinan bi zorî dizewicînin û bi zorê ebayên reş lê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn El-Xelef destnîşan kir ku komxebata jinên êlan careke din hevgirtina jinan isbat kir. Hevrîn got: “Komxebat gaveke dîrokî ye û encama têkoşîna di dirêjiya dîrokê de ye. Bi rêya komxebatê wan peyama xwe ragihandine  ku ew tevahiya cureyên zordesteyê red dikin û aştîxwaz in.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Gerr Pedersen di 28`Tebaxê de regihand ku wî hema bêje prosesa avakirin komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyê li gorî biryara navdewletî bi dawî kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Nivîskarên Kurd – Sûriyê 6‘emîn Mîhrîcana Kurteçîroka Kurdî li Parka Xwendekaran a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî salekê warê bazirganiyê li bajarê Minbicê û gundewarê wê geş dibe. Gelek proje û kooperetîf hatine vekirin. Hindek din jî di nirxandinê de ne û dê di demên bê de werin pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA