ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-06-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Civîna lihevanîna kalbatek ji êla Şerabîn û malbata Selman Nûhê yê li xwaringeha Xeyma ya navçeya Til Temirê tê lidarxistin, saet 10:00‘an.

-Rêzecivînên PYD‘ê yên nixandina geşedanên dawî yên li herêmê li bajarê Qamişlo û navçeya Dirbêsiyê didomînin, sasete 10:00‘an.

-TEV-DEM‘ê bi armanca nirxandina geşedanên dawî, civînan li herêma Dêrik, Berav, Koçerat û Girkê Legê li dar dixe.

- Rûspiyên qebîleyên Ereb ên herêma Cizîrê bang li ciwanên Sûriyê kirin ku ji bo pere pey berjewendiyên mêtîngeran nekevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundewarê Til Temirê gotin, DAIŞ û Tirkiyê tenê bi çil ji hev cûda ne û anîn ziman ku tiştên ku DAIŞ‘ê berê pêk dianî, îro Tirkiyê li dijî wan pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Îbarhîm Qeftan hişyarî da û got: “Xwedîderneketina li diyalogên Sûrî –Sûrî dê bi xwespartina li hêzên derve bi encam bibe. Şoreşa Sûriyê ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê, ne ku ji bo qetilkirina gelê Lîbyayê çêbû.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Helebê qetilkirina Bariş Çakan şermezar kirin û gotin ew ê têkoşîna li dijî nejadperestiyê dewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên ji bajarê Qamişlo gotin: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk ditirsîne, lewma jî tedrîda li ser Rêber Ocalan giran dike û dixwaze ramanê wî tune bike. Gelên banga azadiyê dikin xwedî li ramanê Rêbertî derketine û ji xwe re esas digirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Sûriyê yên dagirkirî ne ji sûcên ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê pêk tîne, ne cûda ne. Li gorî daneyan, li van cihan tundiya li ser jinan zêde bûne, bêyî ku hikûmet şermezar bike an jî sûcdaran ceza bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li gorî Foca Agirkujiyê ya bajarê Minbicê ji destpêka mewsimê çinînê yê îsal ve 250 hekar zeviyên genim û ceh şewitiye. Foca Agirujiyê banga zêdekirina hişyariyê li şêniyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Piraniya cotkarên herêma Dêrikê zeviyên xwe ji şewatan diparêzin. Yekitiya Cotkaran jî li hemberî şewatan tedbîrên pêwîst girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA