ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Hesekê li dijî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê çalakiyeke protestoyî li ber navenda Meclisa Serêkaniyê li dar dixin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîdekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li Goristana Şehîd Dicle oxir dikin, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî salvegera 21‘emîn a destpêkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînekê li taxa Şehîd Gelhat a beşê rojava li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên Efrînê yên li ser sînor û koçberên li kantona Şehbayê, bicihkirina malbatên Tirkmen li gundên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve, red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyekî li gel îstixbarata leşkerî ya QSD’ê girtî, li xwe mikur hat û eşkere kir ku li herêma Efrînê ya dagirkirî gelek serçeteyên DAIŞ’ê hene û tekez kir ku têkiliyên ewlekarên DAIŞ’ê bi îstixbarata Tirkiyê re xurt in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnameger Beha El-Ewam got: “Wê rê nayê dayîn ku Erdogan xetên sînor ên Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Erdogan dixwaze devereke biçûk dagir bike da ku bêje “min sozên xwe bi cih anîn” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Mistefa Ebdî got: “Ajandeyên ku tevlî amadekirina destûra sûrî bûne, destûr ji rengê wê yê sûrî derxistin û wê kirine bin xizmeta ajandeyên xwe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Rojnameyên erebî gotin, planên Erdoganê yên di bin navê herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dê bin bikevin wekî çawa plana Îsraîlê ya avakirina herêmekê mîna wê li başûrê Sûriyê têk çûn. Li Iraqê xwepêşandanên gel ên li dijî gendeliyê didomîn. (BI WÊNE).

ANHA