ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û  DÎMEN.(

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê gefên Tirkiyê yê li ser herêmê de daxuyaniyekê li navçeya Eyn Îsayê dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi deste û buroyên rêveberiyê re dicive, mijarên girîng girêdayî rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de gefên Tirkiyê dinirxîne, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN.)

-Kongreya Civaka Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo konê çalakiyê vedigire. Çalakiya konvendê 5 rojan didome, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

- Şêniyên pêkhateyên Suryan û Keldan ên bajarê Dêrikê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşniya herêma “ewle” ya din bin konrola Tirkiyê de red kirin û gotin: “Dê beşdarbûna Tirkiyê ya hêrêma “ewle” bibe sedemê komkujiyan.” (BI WÊNE Û DÎMEN.(

- Şêniyên bajarokê El-Cirn rojavayê bajarê Girê Spî diyar kirin ku ew xaka xwe ji Tirkiyê re bernadin û gotin: “QSD me diparêze, em Tirkiyê naxwazin.” (BI WÊNE Û DÎMEN.(

HEVPEYVÎN

- Ji fermandarên giştî yên QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî plana dewleta Tirk a “herêma ewle” ya bi 32 km eşkere kir ku heger dewleta Tirk êrîş bike, wê bersivdayîn ne sivik be û dê hemû der bibin qadên şer. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

POLÎTÎKA

-Partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li buroya jinên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmê daxuyaniyeke hevpar 11.00 didin çapemeniyê. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

- Endama Meclisa Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dirbêsiyê Semîre El- Ezîz got: “AKP bi serkêşiya Erdogan hewl dide aloziyên Tirkiyê yên hundirîn derbasî derve bikin. Armanca Tirkiyê, dagirkirina tevahiya xaka Sûriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN.(

CIWAN

- Ciwanên kantona Girê Spî bal kişandin ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin: “Em ê li hemberî Tirkiyê bisekinin û nahêlin ku armancên xwe yên di herêmê de bicih bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN.(

CIVAK Û JIYAN

Bi sedan jin li nêzî bîra avê ya gundê Reîdat rojavayê navçeya Til Hemîsê li benda kehrebeyê dimînin. Piştî ku kehrebe were bi lez dibezin û hev du têvedidin da ku miqdara ava pêwîst ji malên xwe re bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

ANHA