ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2022ʹYAN

- Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê têkildarî qutkirina ava Stasyona Elok, civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li taxa Ezîziyê li dar dixe, saet 10:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Minbicê navenda xwe li bajar vedike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîdê QSDʹ Enes  Sirîn li goristana Şehîdan a navçeya Sirînê dispêrin axê, saet 14:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên li eniyên şer ên amadekariyên xwe li hember êrişên muhtemel ên li ser herêmê zêde dikin. Şervanan got "Me çawa DAIŞ têk bir, em ê Heyet Tehrîr El Şamê jî têk bibin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê mazot li şêniyên gundewarê bajêr belav kir û li navenda bajêr jî belavkirinê didomîne. Tê payîn bi destpêka sala nû re belavkirin bi dawî bibe.

- Şêniyên Til Temirê da zanîn ku ew bi xaka xwe ve girêdayî ne û êriş bandorê li berxwedana wan nakin û got "Em ji bo têkbirina êrişan destekê didin hêzên xwe yên leşkerî."

- Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî diyar kir ku dijmin şerekî qirêj li dijî Kurdan dimeşîne, lê ew ê nikaribe wan qir bike. Her wiha wê bang li Kurdistaniyên çar parçeyên Kurdistanê kir ku bibin yek û li hemberî êrişan têkoşînê xurt bikin.

- Endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Mîxaîl (Aryo) ji bingehê baweriya bi rêgezên biratiya gelan û neteweya demokratîk, da ser rêya şoreşê û di oxira pêkanîna van rêgazan de şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li hemberî êş û azarên 5 hezar sal, jin careke din radibe û bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" têkoşîna xwe ya bidestxistina mafên xwe radighîne. Gelo koka vê diruşma ku rêber Abdullah Ocalan a ji bo xilaskirina jinan ji qeydên sîstema koledar daniye, çi ye?

- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Kantona Şehbayê bang li tevahiya jinan kir ku li dijî şerê topyekûn ê bi armanca têkbirina civakê di şexê jin û ciwanan de xwe li gor rêgezên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û parastina cewherî xurt bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand  û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê şanoya "Xizan li heqîqetê digerin" li hola şaneyê pêşan dide, saet 13:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA