ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Çalakiya şêniyên Serêkaniyê ya ji bo şermezarkirina dagirkiriya dewleta Tirk di roja 9‘an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo didome, tê payîn dê daxuyaniyek were dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên Reqayê: Me zarokên di oxira rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ`ê re dane, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe terorê zindî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer û hiqûqnasên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina serdana Sekretrê Giştî yê NY‘yê ji Enqereyê re çalakiyekî li ber avahya NY‘yê ya li bajarê Qamişlo lidar dixin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Qamişlo li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşekê lidar dixin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

- Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 300 hezar sivîl hatin koçberkirin. Her sivîlek xwedî serpêhatiyeke bi êş a rêwîstiya koçberiyê ye, tekane daxwaza wan  ew ku zû vegerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ku Rêveberiya Xweser hewil dide pêdiviyan peyda bike, koçberên kampa Waşûkanî, ji ber kêmbûna xizmetguzariyan gazinan dikin. Têkildarî mijarê rêxistinên alîkariyan bê deng in. Koçberan gotin: “Zivistan nêzîk dibe, ger wiha bidome dê rewş zêde dijwar be. Em dixwazin vegerin Serêkaniyê.`` (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanekî QSD`ê ji eniyên şer ên gundewarên navçeya Til Temirê, destnîşan kir dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pabendî rêkeftina agirbestê nebûne û got berxwedana şervanan a di çarçoveya mafê parastina rewa de berdewme û ji bo gel û xaka xwe fedakar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarê QSD‘ê yê eniya navçeya Til Temirê Mîtan Qamişlo got, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser navçeyê nesekinandine û hewl didin navenda navçeyê kontrol bikin. Qamişlo diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hovane, pêkanîna komkujiyan, bikaranîna çekên kimyewî yên qedexe gelek sûcên şer ên din jî pêk tîne. Ji wan koçberkirina bidarêzorê û guhertina demografiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. (BI WÊNE).

ANHA