ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Çalakiyên mertalên zindî yên şêniyên kantonên Kobanê û Girê Spî yên li dijî gefên  Tirkiyê li ser herêmê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN.(

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê biranîna şehîdaên navçeyên Dêrik û Girkê yên 4 mehên borî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik li dar dixe, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên gundên li ser xeta sînorê Bakurê Sûriyê yên li beramberî bargehên Tirkiyê rojane li ser dengê gulayan şiyar dibin, bi hinceta ewlehiya netewî bi hezaran gundî hatin kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku berdewamkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rêya lêkolînkirina çareseriyên aloziyên heyî li Rojhilata Navîn asteng dike û wiha gotin: “Berdewamiya tecrîdê tê wateya berdewamiya şer.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên dagirkirinê dixwe û qaşo îdia dike ku ew dê herêmê radestî xwediyên wê yên esil bike, rastî bertek û nerazîbûnên hemwelatiyên Girê Spî hat. Gel got xwediyê vê herêmê yên esil ew in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Civaka êzidî di Tebaxa 2014‘an de bi sûcekî dermirovî re rû bi rû ma. Di salvegera 5‘emîn a komkujiyê de gelê êzidî rexmî hemû hewldanên dubare yên qirkirinê li ber xwe dide û pergala xwe ya nû xurt dike. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Herêmî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (PDKS) avakirina herêma “ewle” li Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê red kir û diyar kir ku herêma “ewle” bi sponseriya navdewletî gengaz e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rûsya di gera Astana ya 13’an de Tirkiye neçar kir ku ku peymana Soçiyê ya girêdayî herêma “ewle” pêk bîne. Ji aliyekî din ve serîrakirina kesayetê herî girîng di AKP`ê de dibe ku qada siyasî ya Tirkiyê veguherîne qûmên bi tevger heta ku serokê welêt bi xwe re bifetsîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Pêşangeha "Banga Şarestaniyê" di roja duyemîn de li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya taxa Şêxmeqsûd didome, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya bajarokê El-Cirn ê girêdayî kantona Girê Spî dest bi rêzeprojeyên xizmetguzariyê (ziftkirina rêyan, avakirina piran û dirêjkirina toreyên avê) kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din