ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04. 12. 2019‘AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Saziya Mala Birîndaran û malbatên şehîdan ên bajarê Reqayê bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixin û daxuyaniyekê bi raya giştî re parve dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamoste û xwendekarên bajarê Qamişlo bi meşekê komkujiya li Til Rifatê şermezar dikin. Bi heman armancê mamosteyên navçeya Tirbespiyê daxuyaniyê didin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber sûcên wê  yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzeran banga xistina "Artêşa Wetenî ya Sûrî" di lîsteya terora ya navdewletî kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojane belgeyên destekdana dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ‘ê re derdikevin holê. Di belgeyên dawî de piştrast dibe ku îstîxbarata Tirkiyê veguhestina çeteyên DAIŞ‘ê ji bo Ewropayê bi rêya buroyên xwe yên tabyet bi rêxistin dike. "

-Rêveberê Meclisa Navçeya Şedadê diyar kir ku hevgirtina gelên herêmên û berxwedana wan a li dijî êrişên Tirkiyê hişt ku Tirkiyê çekên qedexekirî bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevka Rêveberiya Dibistanan a kantona Hesekê got, ku rejîma Sûriyê ji koçberên li dibistana re dibêje neçin kampan û banga derxistina koçberan ji dibistanan kir, da ku derfetê bide xwendekaran ku xwendina xwe temam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Beşdarên çalakiya kon a li navçeya Eyn Îsayê dagirkeriya Tirk red kirin û piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman. Beşdaran gotin: "QSD‘ê gel û xaka me diparêze." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê siyasî Malik El-Hafiz teqez kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê di lûtkeya NATO`yê de deng vede. Her wiha destnîşan kir ku endamên NATO`yê wê nikaribin bi hêsanî nakokiyên xwe çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê helwestên rêxistinên mafnasî û navdewletî komkujiyên ku artêşa Tirk pêk tînin got, diyar e ku dewleta Tirk dewleteke rê dane wê ku terora cîhanî bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYEVÎN

- Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî ya Kurd li Sûriyê Mûsa Kîno got parçebûna kurdî armanceke derve ye û dewletan bi rêya wê hewl dide parçebûnê di navbera kurdan de biafrîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên bajarê Helebê komkujiya li Til Rifetê pêk aniye şermezar kir û  wek lekeyek şermê li eniya rêxistinên ku parastina zarokatî û mirovahiyê îdia dikin wesifandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên  ji gundê Menacîr ê Serêkaniyê ku niha li kampa Waşokanî dimînin diyar kirin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê malên wan talan kirin û gotin, bi hebûna dagirkeran re ew venagerin gund. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

Malbata Mihemed Mehmûd Remedan zewaca kurê xwe paş xistin û mala ku jê re amadekiribûn dan koçberên ji Serêkaniyê. Malbat dibêje, beramberî birayên xwe ev erka wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Li ber çavên cîhanê sûcên şer tên kirin lê rêxistinên mafên zarok nakevin nav tevgerê tenê temaşevan dimînin. (BI WÊNE).

ANHA