ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Oldarên Misilman ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin: “Sûcên ku Erdogan li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, li dijî qanûnên navdewletî û nirxên ola îslamê ne. Em bang li cîhana Îslamê û oldarên li Tirkiyê dikin ku li hemberî van sûcan bisekinin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê ji Efrînê yê bi navê F.X, ji destê çeteyên Tirkiyê reviyayî, ku ji ber îşkenceya çeteyan astengdar bûye bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê damezrîner ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Abdullxefûr El-Xelef got: “Hembêzkirina dewleta Tirk ji komên çete re rewşa Sûriyê xirab dike. Şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, dê bi zanebûn û yekîtiya pêkhateyan têk biçe.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Endama Koordînasyona Jin a Mala Êzidiyan a bajarê Helebê Ranya Cafer got: “Çeteyên DAIŞ'ê sûcên herî hovane li ser jinên Êzidî pêk anîn. Em bang li jinan dikin ku li hemberî sûcên li dijî jinan bibin yek.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên bajarê Qamişloyê îşaret bi pêkanîna tedbîrên li hemberî Koronavîrusê kirin û gotin, derman xweparastin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi belavbûna nexweşiya "Laşmanyayê" li hin gundên Kobanê û derketina rewşên nexweşiya Koronavîrusê li herêma Cizîrê re, sergoyên li Kobanê cihekî mezin di belavbûna nexweşiyan digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA