ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên şehîd  Şevreş Qamişlo û Hozan Pinyaniş re dixwazin saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tedbîrên ku ji bo sivikirina encamên Qanûna Qeyser girtine zêde kirin. Projeyên biçûk pêş xistin. Dest  bi vekirina navendên frotina madeyan ku bi bihaya lêçûnê, kirine. Da ku hevsengiyek di nav sûkan de biafrîne û rê li pêşiya keysbaziyê bigire. Her wiha parên firinan zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ebdulhîlal El-Celûd ji rojhilatê gundewarê Reqayê çîroka her du kurên xwe vegot. Ji ber ku hersê xwestekên wan red kirin, bê nasname vegerandin gundê wan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jiyana li navçeyên kantona Efrînê li gorî koma çeteyan a ku li wê navçeyê ye, ji hev cuda ne. Li gorî çavkaniyên ji herêmên dagirkirî, çete malên şêniyan desteser dikin û mehane bacan lê ferz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Emîne Umer got: “Sedema sereke ya ferzkirina Qanûna Qeyser li dijî hikumeta Sûriyê ew e ku hikumeta Sûriyê tu çareseriyek siyasî qebûl nake. Bi diyaloga sûrî-sûrî hêviyên gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk û nanavendî pêk tên.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê gotin: “Tirkiye bi êrêkirina Rûsyayê êrişî herêmê dike. Tirkiye dixwaze tevahiya bakurê Sûriyê dagir bike û  DAIŞ`ê vejîne. Sûcên Tirkiyê, li gorî qanûnên navdewletî sûcên şer in û li dijî hevpeymana NY`î ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)
JIN
-Komîteya lekolîn û istatîstîk a Kongreya a Star dosyeyek bi sernavê ‘Jin di bin dagirkeriya Tirk femîsîd wekî pratîkek armanc girtî ya dagirkeriya Tirk li Efrînê” sûcên dagirkeran belge kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Çalakvana siyasî Nalîn Mihemed wek bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinan wiha got: “Çendîn artêşa Tirk a dagirker, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişî vîna jinê bike, em dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama rêveberiya Meclisa Edaleta Jin a Kantona Qamişlo Henîfa Mihemed got: “Armanca Tirkiyê ji hedefgirtina jinên Kurd ew e ku nahêle dengê jinê bilind bibe. Têkçûna dewleta Tirk wê ji destê jinan (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li hinek taxên navçeya Amûde pirsgirêka qutbûna kehrebeyê heye. Pirsgirêk ji ber xirabbûna jeneretorên şirketa Ronak derdikevin. Berpirsek şirketê diyar kir ku ew nikarin lêçûnên sererastkirinê peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA