ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04 . 10. 2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê diherikin konê sersaxiyê yê şehîd Mihemed Îbrahîm (Dost) ku li gundê Girbekîl tê venda, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyê bi navê Ebû Muaz ji xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên Herêma Cizîrê ye. Bi dehan êrîşên ku tê de bi sedan qurbanî çûne, plan kir, bi rê ve bir û pêk anî. Ji wan êrîşan jî êrîşa êvara Newroza 2015’an, êrîşa li Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, kuştina Merwan Fetîh û hedefgirtina dewriyeya Koalîsyona Navdewletî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka damezirandina Komara Sûriyê ve, tevî guhartinên ku di demên berê de çêbûn, lê di destûra Sûriyê de mafên hemû pêkhateyên Sûriyê nehatin parastin. Zîhniyeta yekpartîtiyê, paşguhkirin û binpêkirinên têkildarî pêkhateyan nehişt dewleteke demokratîk ava bibe. Gelo dê encamên şoreşa Sûriyê, vegerîna li destûra 1973`yan be û pirsgirêk mezintir bibe? (BI WÊNE).

-POLÎTÎKA

- Hevserokê Meclis Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî teqez kir ku ew bi vegera hemû şêniyên gelê Sûriyê yên li derve re ne û destnîşan kir ku hin dewlet ji bo berjewendiyên xwe bi dosya koçberan dilîzin û siyasetê dikin û her cureyên hewldanên guhertina demografiya herêmê red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gelek rûpsiyên herêma Dêrikê komîteya destûra Sûriyê û encamên wê red kirin û teqez kirin ku ew tenê nûnertiya aliyên ku mafên gelan û pêkhateyên wê qebûl nake, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Navenda Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Buroya Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Helebê, bi rêya rêzaçalakiyên fikrî, çandî û werzîşî hewl didin ciwanan teşwîq bikin û behreyên wan geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê,  ji malbatên xizan ên li Kobanê re piştgiriya madî belav kir. Ev alîkarî şêweyek ji şêweyên alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo şêniyên herêmê pêşkêş dike, ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kêleka xurtkirina hobiyên zarokan û têkliya wan bi jiyanê re, baxçeyên zarokan roleke giring di amadekirina zaroka ji bo astên xwedina pêşketî, dilîze.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA