ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Bi boneya salvegera komkujiya Şengalê, Mala Êzidiyan li gundê Barzan ê girêdayî bajarê Hesekê kongreyekê li dar dixe. Bi heman armancê Mala Êzidiyan a Helebê li taxa Şêxmeaqsûd di saet 12:00`an de daxuyaniyekê dide û şanoyekê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komkujiya Şengalê ne komkujiya yekê di dîroka civaka Êzidî de bû, beriya wê zêdetirî 73 fermanan li ser gelê Êzidî pêk hatin. Aliyên berê û niha li pişt komkujî û fermanan, dixwazin çand û folklore bi hezaran salan a gelekî ji holê rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelê Êzidî yê ji ber zilma Baasê ji Iraqê koçberî Sûriyê bûn, li Sûriyê jî rastî zilma rejîma Sûriyê û artêşa dewleta Tirk a dagirker hatin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êlê eşîra Raşid a Qebîleya Tay a Ereban diyar kir ku îro li welatên Ereban mêtîngeriyeke Osmanî ya nû rû dide û tekez kir ku dê hemû eşîrên Ereban li dijî vê dijminahiyê bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURIDSTAN

- Yekîneyên Berxwedana Şengalê di dema komkujiya çeteyên DAIŞ`ê li dijî Êzidiyan di Tebaxa 2014`an de hate damizrandin. Bû rêxistineke leşkerî ya li ser bingehê civaka exlaqî-polîtîk, ku tevî hemû siyaset û hewldanên hedefgirtinê parastina jiyana hevbeş dike û mayînde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lêkolînerê siyasî yê ji başûrê Kurdistanê Ayhan Seîd got: “Avakirina koma bi navê Hûmat El-Qura (Parasvanên gundan) piştgiriya plana Tirkiyê ya ji bo afirandina şerê kurdî-kurdî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Heftanînê sepandina hebûna xwe li herêmê û qetilkirina gelên azadîxwaz e. Her wiha bang li partiyên Kurdî kir ku hevgirtî bin û piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Necat Bapîr jî yek ji wan jinên Êzidiye ku 2 salan zêdetir di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê de maye. Necat a ku heta niha nizane zaroka wê ya 8 salî li kuye, serpêhatiya xwe ya bi êş vegot.

CIVAK Û JIYAN

Şêniyên Kobanê ji ber kêmbûna madeyên sotemeniyê û bi taybetî madeya benzînê li stasyonên sotemeniyê, bi gazin in. Gerînendetiya Sotemeniyê ya herêma Firatê soza çareserkirina vê aloziyê di demeke kin de da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA