ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Usama El-Abdullah li goristana Şehîd Xebat Dêrik vedişêrin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê têkildarî sûcên çeteyên Tirkiyê yên li dijî jinên Efrînê daxuyaniyekê didin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundewarê Til Temirê banga derixstina dagirkeran ji herêmê kirin û gotin "Piştî dagirkirinê jiyana me bûye mîna çîrokek bitirs." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd bal kişandin ser girîngiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji bo gel û doza Kurdî û gotin: "Bi salan şerê me dikin da ku çanda me qir bikin û gelê me tune bikin. Bi yekitiyê wê hebûna me mîsoger bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê ku nerazîbûn nîşanî kiryara dewleta Tirk a dagirker ya leşkerkirina ciwanên Sûriyê û şandina wan ji bo şerê li Lîbyayê dan bang li ciwanan kirin ku bi îdiayên Tirkiyê nexapin û vegerin warên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku pêwîste tevahiya hunermendên Kurd helwestek cidî li hember êrişa li dijî Bariş Çakan nîşan bidin. Her wiha anîn ziman ku hunermendê yê gelê xwe ye û divê azarên xwe rave bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 100 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir xwelî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Efrînî yên li Şehbayê dimînin sûcên dagirkeran ên li dijî jinên ku girtine bi sûcên şer bi nav kirin û bang li rêxistinên navdewletî û hiqûqî kirin ku sehab ji sûcdaran bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Nûra Şihab diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hedefkirina jinê dixwaze pêşxistina civakê tune bik û got:" Lê ev tişt wê pêk neyê ji ber ku rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember kiryarên wê bê deng namînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi armanca destekdayîna hilbirîna herêmî Rêveberiya Xweser cara yekê kargeha hilberînên xwarinê li kantona Kobanê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA