ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-86 ciwanên herêmên Ereb ên herêma Cizîrê yên ku tev li nav refên Hêzên Meclisa Leşkerî ya beşa Holê perwerdeyên xwe yên leşkerî di nav akademiya Şehîd Şiyar leşkerî de bi dawî dikin saet 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve ji erdnîgariya herêmê êdî Hêzên Sûriyê Demokratîk hewl dide pergala parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav meclisên leşkerî de bide rûniştandin. Her wiha derfetê ji ciwanên herêmê re veke da ku bi xwe pergala leşkerî  bi rêve bibin û herêmên xwe ji gefên derve û hundirîn biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa kantona Girê Spî got: “Tirkiyê êrîşên bi çek ên li dijî cotkaran bes nedît, niha jî bi şerê avê bûye sedema ku 4 hezar hêktar ji zeviyên çandiniyê di bin avê de bimîne. Em bang li rêxistinên navdewletî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî mafên gel re, deynin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Efrînê yên ku di kamp û malên wêrankirî de li kantona Şehbayê de bi cih bûne, kiryarên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li navçe û navenda Efrînê şermezar kirin. Her wiha şêniyan tekez kir ku ew di têkoşîn û berxwedanê de heta tunekirina dagirkeriyê û vegera li warên xwe, berdewam in.(BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Desteyên perwerde û fêrkirinê yên herêmên Firat û Cizîrê di çarçoveya bilindkirina asta perwerdeyê de ji bo sala nû ya 2019-2020‘an gavên girîng avêtin. Desteyan guhertinên nû di materyalên perwerdeyê û rêbazên perwerdeyê de pêk anîn. Her wiha fakulteyên nû derbasî zanîngehan kirin û mamoste beşdarî dewreyên perwerdeyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 ÇAND Û HUNER

-Ajansa Rûmaf bi koordîneya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê li Kampa Serdemê bi tevlîbûna 2 hezar zarokên Efrînê xêzkirina tabloya herî mezin organîze dike, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-bi dirûşmeya "Ax û rûmeta xwe biparêze û dagirkerî ş DAIŞ`ê tune bike" bi sponseriya Tevgera Kevana Zêrîn  û Tevgera Çand û Hunerê ya Cemîl Horo çalakiyek hunerî stran, şano û dîlan tevî pêşengehek wêneyên şehîdan li navenda Cemîl Horo li bajarê Helebê li dar dixe, saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên roja duyemîn a 5‘emîn Mihrîcana Zarokan ku li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya  bajarokê Rimêlan û navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê dê werin şopandin, saet 15:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bi rûyên sar ne kêfxweş ciwanê bi navê Mihemed Zeireb (14) ê ji Xezayê li ber deriyê dikanekî solan disekine. Xuya dibe ku Mihemed ne kêfxweş e. Ji ber ku sola ku sala par pê kiriye dê di sala nû ya xwendinê de dîsa pêke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Kampa Veger a navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê, proje û xebatên xizmetguzarî ji şêniyên kampê re vekirin. Rêveberiya kampê vekirina stadek û parkek ji zarok û ciwanan re lêkolîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA