ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr 83 şehîdên têkoşîna azadiyê bi bir tînin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê binpêkirin hêzên dagirker ên di mehên Gulan û Hezîranê de belge kir. Berpirsên rêxistinê binpêkirinên li Efrînê bi sûcên şer bi nav kirin û got, divê sûcdar werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrovekerê siyasî yê Iraqî Esed El-Ibadî doza derizandina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bi pirsgirêka herî mezin wesifand û pêwîstiya zêdekirina asta têkiliyan bi civaka navdewletî û kesên têkildar re di vî warî de tekez kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Elî Kerîmî got: “Tirk dixwaze di serî de, Başûrê Kurdistan û bi giştî Rojhilata Navîn dagir bike û sînorên xwe berfirehtir bike. Heger pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin wê ev dagirkerî heya Mûsil û Bexdad jî here.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dirûşmeya "Jin ber bi pêşerojê ve" panelekê li bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Meclisa Jinên Sûriyê ya Helebê Heyfa Hesen lidarxistina komxebata Meclisa Jinan a li Eyn Îsayê wekî gaveke cewherî ji bo jinan bi nav kir û got, di komxebatê de bal hate kişandin li ser jinên ku bi navê ol sûc li hemberî wan têne kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Kobanê amadekariyên avakirina stadeke ji bo futbolê bi dawî kir. Stad dê çend rojên li pêş me were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Dirûtin û niqişandin ji hunerên ku jin didomîne. Li taxa Şêxmeqsûdê  ev huner heta niha parastiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a El-Besîra xebatên xizmetguzarî ji bajarokê El-Besîra û gundên girêdayî wê re pêşkêş bike û tevahiya pêdiviyên jiyanî tevî derfetên hindik peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA